Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin 2019-02-28 09:35:12 AMED - Aynûr Kara, dayika Şiyar Kara ku 57 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Berî tabût û cenaze derkevin, bila pirsgirêk bê çareserkirin."  Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 113 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her wiha li heman daxwazê li gelek girtîgehan jî girtî di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van girtiyan jî Şiyar Kara ye ku di sala 2012'an de di 19 saliya xwe de hat girtin û 17 sal ceza lê hat birîn. Kara, li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 5'ê Çileya 2019'an ve li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê di greva birçîbûnê ya bêdem û nerdorveger de ye. Dayika wî Aynûr Kara, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin xwest demildest pirsgirêk bê çareserkirin.    Kara, anî ziman ku di 18'ê Sibatê de ew çûye girtîgehê û rêya wan 24 saetan dewam kiriyeç Kara got: "Nexweşîna şekir tansiyonê li min peyda bûye. Hevjînê min jî ji dilê xwe nexweş e. Ev qas rê em diçin û bêyî bêhna xw evedin vedigerin. Ez dixwazim kurê min sewqî Amedê bikin."    'BILA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ BIBIN'    Kara, diyar kir ku rewşa kurê wê baş e, lê belê pir zihîf bûye. Kara, bilêv kir ku kurê wê bi vîna xwe ketiye krevvê û got: "Ez dayik im, helbet naxwazim kurê xwe di vî halî de bibînim. Ji bo li ber nekeve, xemgîniya xwe nadim der. Jixwe azadiya kurê min hatiye destgîrkirin. Bi ser de jî greva birçîbûnê. Li ber dikevim. Dil dixwest ji dêvla wî ez di greva birçîbûnê de bûma."    Kara ku got bila êdî grevên birçîbûnê bi dawî bibin, xwest dewlet û siyasetmedar pirsgirêkê çareser bikin. Kara got: "Em naxwazin tabût û cenaze derkevin. Em naxwazin kes bimire. Em dayik in û dixwazin pirsgirk çareser bibe û grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin. Wexta gepek nan dixwim kurê min û girtiyên din tên bîra min."