Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî 2019-02-28 09:33:54 RIHA - Bazarvanan, bal kişand ser noqteyên tanzîmê û bang li hikûmetê kirin: "Madem dikare fêkî û zebzeyan bi erzanî bifiroşe, nexwe bila her tiştî erzan bike. Madem em terorîst in, em ê jî ji niha û pê ve di sindoqê de bersiva serokomar bidin."  Hikûmet, ji bo fiyetên zebze û fêkiyan kêm bike li Stenbol û Enqereyê noqteyên tanîzmê vekirin, lê belê li bajarên din venekirin. Yek ji van bajaran jî Riha ye. Esnafana diyar kir ku li Rihayê fiyet kêm nebûne û gel nikare tiştekî bikire.    ‘BILA MAZOT Û BENZÎNÊ JÎ TANZÎM BIKIN'   Bazarvan Beşîr Tazefîdan, diyar kir ku rewşa karê wan qet nebaş e. Tazefîdan, bilêv kir ku noqteyên tanîzmê wê pirsgirêkê çareser nekin, çimkî li van noqteyan zebze û fêkî bi zirarê tên firotin û got: "Em nikarin serî bi dewletê re derxin. Ew çawa bixwaze dikare bi wî awayî bifiroşe. Lê em nikarin. Tenê em dixwazin hikûmet ceryan û gaza xwezayî jî tanzîm bike. Mazot bi 6 lîreyan tê firotin, em dixwazin mazotê jî tanzîm bike. Madem hikûmet ev qas samîmî ye, bila hemû tiştan tanzîm bike."    ‘BILA BÊ LI BAZAR Û HALÊ BINERE'    Bazarvan Mûrat Rat jî, diyar kir ku fiyetên berên li bazarê pir biha ne. Rat, anî ziman ku par bi 100 lîreyî sepete tije dibû, lê niha heman sepet bi 200 lîreyî jî tije nabe. Rat, ji bo noqteyên tanîzmê jî diyar kir ku hikûmet ji bo hilbijartina herêmî ev noqte ava kirine û got: "Em pir emxdûr bûne. Hikûmet dibêje bazarvan, komîsyonvan fiyetan biha dike. Bila were li bazar û halê binere. Bazarvan birçî ye. Rewşa tu bazarvanî nebaş e. Bazarvan nikarin bi rihetî debara xwe bikin. Ez AKP'î me, lê ji niha û pê ve ez ê raya xwe nedimê. Madem dikare fêkî û zebzeyan bi erzanî bifiroşe, nexwe bila her tiştî erzan bike. Madem em terorîst in, em ê jî ji niha û pê ve di sindoqê de bersiva serokomar bidin. Çi bibe sûcdar em in. Em nikarin tiştekî jî ji gel re vebêjin. Rewşa me, rewşa komîsyonvanan nebaş e."    ‘GEL DIXAPÎNIN'    Bazarvan Huseyîn Faraç jî diyar kir ku ew naxwazin li Rhayê noqteyên tanzîmê bên vekirin. Faraç, anî ziman ku her tiştê wan di dest wan de dimîne û ji ber pere bi gel re tune ye nikare bê bazarê. Faraç got: "Du roj in zebze û fêkiyên min ji halê anîne, nefirotine. Gel jî mafdar e, di bêrîka gel de pere tune ye. Kîloya patatn 4 lîre, ya pîvazan 5 lîre ye. Dewlet derewan dike. Ma firingî û bacanên reş çawa bi 2 lîreyan bin? Dewlet bi zirarê difiroşe. Gel dixapînin. Ji bo hilbijartinê wisa dikin. Wê piştî hilbijartinê nikaribin dewam bikin. Zirara ku dewlet dike, ji berîka me derdikeve."    'HER DIÇE XIRABTIR DIBE'   Bazarvan Mahmût Çîçek jî destnîşan kir ku tenê ne bazarvan, rewşa hemû esnafan nebaş e û krîz li tevahiya welat heye. Çîçek, diyar kir ku her tişt biha bûye û got: "Benzîn, mazot, ceryan, tûp, gaza xwezayî hema her tişt biha bûne. Ma wê welatî çi bike, wê bi ku ve biçe. Nikare bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê debara xwe bike. Aboriya welat qediyaye. Mirov nikarin bi 200 lîreyî jî alvêra xwe bikin. Ji bo pêşeroja vî welatî tu hêviyek min nemaye. Her diçe xirabtir dibe. Hema fîşekan berdidin. Ma nizanin fiyetê fîşekan bi çi qasî ye? Wê çawa be? Wê îktîdar bersiva xwe di sindoqê de bibîne. 17 sal in me deng da AKP'ê, lê ji niha pê ve tu rayê em bidinê tune ye. Êdî li Rihayê AKP qediyaye."    Çîçek, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî gel perîşan bûye û got: "Krîz ji bo gel heye, lê belê ji bo serokomar tune ye."   ‘BILA JI KESÊN TEQAWIDBÛYÎ BIPIRSIN'    Ayşe Yilmaz, ku li malê lîsteya xwe dagirt û berê xwe da bazarê, tenê kîloyek pîvaz kirî û çû malê. Yilmaz, anî ziman ku bi saetan li bazarê geriyaye lê belê nikaribûye tiştekî bikire. Yilmaz, diyar kir ku ew dixwazin noqteyên tanzîmê li Rihayê jî bên vekirin û got: "TEqawidbûyî me, lê meaşê min têra min nake. Min nikaribû firingî, îsot û bacanên reş bikire. Êdî em nikarin fêkiyan bixwin. Ma ez ê bi vî meaşî çawa fêkiyan bikirim? Fêkî ji bo me êdî tiştekî luks e. Her tişt biha bûye, em nikarin tiştekî jî bikirin. Par min bi 50 lîreyî sepeta xwe tije dikir û ji her tiştî 5 kîlo dikirî. 70 salî me, cara ewil e bi tiştekî wisa re rû bi rû dimînin. Em li ber krîzê li ber xwe didin. Serkomar dibêje 'we daye dû firingî û îsotan.' Îjar em ê bidin dû çi? Derdê feqîran ew e ku xwe têr bikin. Serokomar dibêje krîz tune ye. Ma mimkun e ku li qesrê krîz hebe? Hela bila were ji kesên teqawidbûyî bipirsa ka krîz heye yan na."    Mûstafa Bîner jî ji bo zebze û fêkî bikire berê xwe da bazarê. Bîner, diyar kir ku ji ber bihabûnê ew nikarin tiştekî bikirin û got: "Du hefteyan carekê care nîvkîlo tişt dikirim û em îdareya xwe dikin. Mehek, min du kîlo tişt nekirîne. Ya kîloyek ya jî nîv kîlo. Mesela kîloya xiyaran 6 lîre ye. Lê belê ez kesekî etqawidbûyî me, nikarim bi 6 lîreyan bikirim. Loma nîv kîloyî dikirim. Mirov nikare bi meaşê teqawidbûyî debara xwe bike. Vê mehê min 572 lîre heqê ceryanê û 400 lîre jî heqê gaza xwezayî da. Tiştek di destê min de nema. Tenê min kîloyek îsot û kîloyek bacanên reş kirî. Êdî me tahma fêkiyan ji bîr kiriye. Hikûmet bi kevçî dide, lê bi çoçikê jî distîne. Ji ber vê di dest me de jî tiştek namîne."