'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê' 2019-02-28 09:24:22 STENBOL – Necla Atak (23) ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand. Atak got: "Wê faşîzmê bi bilindkirin û xwedîderketina li vê berxwedanê bişikê." Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 113'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li 67 girtîgehan jî 331 girtî di greva birçîbûnê de ne. Duh li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û destnîşan kir ku ger hikûmet gavekê navêje wê di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê bike.    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Necla Atak e. Atak, 75 roj in li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê di greva birçîbûnê de ye. Atak, nameyek şand.   ‘JI BO NEBIM HEVPARÊ SÛC TIM LI WAN KONAN RADIKETIM'    Atak, destnîşan kir ku cara ewil e ku ew dikeve greva birçîbûnê. Atak, di nameya xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2012'an û got: "Cara ewil e dikevim greva birçîbûnê. Di sala 2012'an de li derve bûm. Pêvajoya 2012'an tesîr li min kir. Hin kes ji bo azadiya civakê bedena xwe didan ber birçîbûnê. Ev yek ez hestiyar dikirim. Deqîqeyek wek emrekî bû. Wê demê kon hatibûn vedan. Tim li wan konan bûm. Ji bo nebim hevparê vî sûcî tim li konan radiketim. Mirov gelek tiştên greva birçîbûnê meraq dike. Mesel; tenduristî, moral... Mirov her tiştî meraq dike. Lê belê herî zêde min meraqa vîna wan, hest û fikrên wan dikir."    Atak, bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 sal berê bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û ji wê rojê heta niha tecrîda li ser didome.    'GER TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ ARAMÎ ÇÊBIBE'    Atak, tecrîdkirina Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê kurd û vîna gel û got: "Bi tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan, dixwazin civakê bêdeng bikin. Ev tecrd derî mirovahiyê ye. ger ev tecrîd rabe wê aramî çêbibe."    Atak, anî ziman ku bi vê çalakiyê ew dixwazin dawî li vê rewşê bînin û tenê daxwazek wan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye.    Atak, anî ziman ku wan her cure bedêl anîne ber çav û got: "Daxwaz, daxwazeke civakî ye. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ranebe û şert û mercên wî neyên başkirin wê çalakiya me dewam bike."    ‘JI BO AŞTIYA CIVAKIYÎ'    Atak, da zanîn ku çalakiya wan ketiye roja 75'an û got: "Niha tenê bêhalî û êşa piştê heye. Her diçe zêde dibe. Lê belê, ji ber em ji bo azadî û aştiya civakê tiştekî dikin em xwe baş hîs dikin."    Atak, anî ziman ku şekir, xwê, vîtamîna B1 û B12 tê dayîn û rewşa wan atenduristî tê kontrolkirin.    'RÊYA RÛXANDINA FAŞÎZMÊ...'    Atak, bilêv kir ku faşîzma AKP-MHP'ê her diçe civakê ber bi tarîbûnê ve dibe û got: "Ji bo rûxandina vê faşîzmê, tenê rêyeke heye. Ew jî; bilindkirina demokrasiyê ye. Heval Leyla rêya vê yekê li ber me xist. Piştî zindan û gelek welatparêz peyama wê girtin ketin nav liv û tevgeran û ji bo bibin dengê Leylayê bedena xwe dan ber birçîbûnê. Li hemberî tarîtiyê meşaleya ewil pêxistin. Niha jî divê kesên ji xwe re dibêjin 'em demokrat in' û kesên xwedî wijdan divê li dor vê berxwedanê bibin xelek û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ji bo ev firsenda dîrokî ji dest neçe, em hemû mecbûr in vê yekê bikin. Ev berxwedan li ser berxwedana şehîdên 14'ê Tîrmehê, Gever, Cizîr, Sûr û Nisêbînê bilind bûye û divê em vê berxwedana dîrokî bilind bikin û bi ser bikevin. Em ê di demeke nêzde li lûtkeyên çiyê, li ser sûrên Amedê bi hev re hilatina rojê temaşe bikin."    MA / Yasin Kobulan