Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin 2019-02-28 09:23:43 ÎDIR – Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Tozanê Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş, diyar kir ku çawa ew biçin ser kar ew ê peykerê ku qeyûm rûxandiye ji nû ve çêbikin.  Li navçeya Tozan a Îdirê, xebatên hilbijartinê bênavber didomin. Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Tozanê Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş gotin, ew ê nehêlin kes berberîbûnê têxe navbera gelê kurd û azerî. Her wiha namzetan destnîşan kir ku ew çawa bên ser kar ew ê peykerê aştî û biratiyê ku qeyûm rûxandibû ji nû ve çêbikin.    WÊ PEYKERÊ HAT RÛXANDIN ÇÊBIKIN    Ayşe Aras Kaynar, destnîşan kir ku wê gelê Tozanê qeyûmê hatiye tayînkirin bişîne. Aras, bilêv kir ku qeyûm çawa hatiye tayînkirin peykerê "Aştî, Biratê û Azadiyê" rûxandiye. Aras, diyar kir ku li navçeyê gelê kurd û azerî ne cînarên têkiliya wan ji cînartiyê wêdetir e û got: "Piştî qeyûm hatin tayînkirin peykerê me hat rakirin. Lê em ê ji nû ve çêbikin. Em ê li vir kesên dixwazin berberîbûnê dixin nava herdu gelan bişînin û bi hev re bijîn."    Aras, diyar kir ku berî qeyûm bê tayînkirin jin di bin banê şaredariyê de bi awayekî çalak dixebitîn û got: "Lê niha jin nikarin biçin şaredariyê. Ji bo reng, deng û gotina jinê li her derî hebe em ê bixebitin. Li navçeya me piştevaniya jina hebû. Jin dihatin cem hevdu û bi hev re tevdigeriyan. Mivan dihewandin. Pirsgirêka kê hebûna, bi hev re çareser dikirin. Lê belê qeyûm mala jina girt û dewrî miftîtiyê kir. Em ê cihên hatine desteserkirin dîsa bi dest bixin." Aras, diyar kir ku ew ê navendên çandê ava bikin û ji bo jinan projeyan çêbikin. Aras got: "Em ê atolyeyên xwe vebikin û em ê ji bo jinan qadên îstihdamê ava bikin."    'GEL JI QEYÛM NE RAZÎ YE'    Namzet Kemal Savaş jî, diyar kir ku di dema rêveberiya DBP'î projeyên şaredariyê bal dikişandin û got: "Gel dizane qeyûm şaredarî xistiye bin deynan. Niha li navçeyê tu xizmet nayê kirin. Ji ber li kuçeyan pergala ronahiyê tune ye, mirov êvarî nikarin biçin malên xwe. Gel giliyê qeyûm dike."    'WÊ ŞAREDARÎ BIBE YA GEL'    Savaş, anî ziman ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin Farûk Korkûsûz bûye wekîlê şaredara û niha jî namzetê AKP'ê ye. Savaş got: "Niha qeyûm gel dixapîne û dibêje ew ê hezar kesî têxin kar. Dibêje ew ê komir û zexîre belav bikin. Ji bo jiyana civakî tu projeyeke wan tune ye. Dixwazin gel bikin parsek. Lê gel hay ji vê rewşê heye û nerazî ye. Me tu soz nedane, lê roja em werin ser kar em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin û bi hev re projeyan çêbikin û pêk bînin."    MA / Ayşe Surme