‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê' 2019-02-28 09:22:53 MÊRSÎN – Osman Aka, bavê Yasîn Aka ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, berxwedana Leyla Guvenê şiband serîhildana Leyla Qasimê.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 113'an de didome. Bi heman daxwazê 331 girtî li 67 girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya duh daxuyandibû ger hikûmet gavekê navêje wê di 1'ê Adarê de çalakiya greva birçîbûnê li hemû girtîgehan berbelav bibe.    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Yasîn Aka ye. Aka, li Girtîgeha Jimare 4'an a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê ji 25'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.    'ENCAM ÇI DIBE BILA BIBE'    Bav Osman Aka, bilêv kir ku ji ber rewşa aborî ji zûv de ye ji bo hevdîtinê nikare biçe girtîgehê û herî dawî di 19'ê Sibatê de bi telefonê bi hev re axivîne. Aka, peyama kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bi raya giştî re parve kir: "Ji bo şer rawesta wekî Leyla Guvenê, daxwaza me jî rakirina tecrîdê ye. Encam çi dibê bila bibe, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."    Aka, diyar kir ku îdareya girtîgehê vîtamîna B1, av-ava fêkiyan nade kurê wî û girtiyên din. Aka, bilêv kir ku ji ber kurê wî di greva birçîbûnê de ye, ew jî nikarin xweşikî tiştekî bixwin.    Bav Aka, berxwedana Leyla Guvenê ya li dijî tecrîdê şiband berxwedana Leyla Qasim ku di 12'ê Gulana 1974'an de ji ber li dijî rejîma Baasê ya Seddam Husên li ber xwe da tevî 4 hevalên xwe hat darvekirin û got: "Çalakiya Leyla Guvenê, dişibe serîhildana Leyla Qasimê. Ev berxwedan dikare ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn derî vebike."    MA / Ergin Çaglar