ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-28 09:00:59 * Osman Aka, bavê Yasîn Aka ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, berxwedana Leyla Guvenê şiband serîhildana Leyla Qasimê.  * Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Tozanê Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş, diyar kir ku çawa ew biçin ser kar ew ê peykerê ku qeyûm rûxandiye ji nû ve çêbikin.    * Necla Atak (23) ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand. Atak got: "Wê faşîzmê bi bilindkirin û xwedîderketina li vê berxwedanê bişikê."   * Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, dikanên li Bazara Penîrfiroşan restore kir û kirêya wan du qat zêde kir. Esnaf, ji ber vê yekê nerazî ne û gotin ew li benda hilbijartina 31'ê Adarê ne.    * Pêkhateyên DAKAP'ê, wê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê mîtîngekê û gelek çalakiyan li dar bixin. Wê DAKAP, pêşî serdana jinên bazarvan bike.    * Pisporê Tum Koy Sen'ê Sedat Başkavak, cinayetên di qada çandiniyê de pêk tên nirxandin. Başkavak, destnîşan kir ku tiştên diqewimin ne qeder e û ger karker xwe birêxistin bikin wê cinayetên bi vî rengî pêk neyên.    * Sedat Akin, piştî ji girtîgehê hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê li mala xwe didomîne. Akin got: "Di heman demê de daxwaza me, daxwaza gelên bindest e jî."    * Tê gotin wê Ahmet Davûtoglû partiyekê ava bike. Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, ev îdia nirxand û diyar kir ku dibe ku amadekariyên ji bo hilbijartina serokomartiyê be. Şener got: "Niha AKP û Erdoganek ku rêveberiyeke antîdemokratîk ava kirine hene. Û hîn j xurt in. Niha li hemberî vê hin liv û tevgerîn hene. Lê nizanim wê li hemberî vê çi qasî karibin li ber xwe bidin."    * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Hatayê, şik û gumanên xwe yên ji bo operasyona muhtemel a Îdlibê anîn ziman û pirsîn: "Piştî operasyonê wê komên îslamî biçin kuderê?"    * Serokê Komîteya Pîşeyî ya Turîzmê ya ŞÛTSO'yê Kamîl Turkmen, diyar kir ku sala 2019'an wekî sala Gobeklîtepeyê hat îlankirin û li Rihayê potansiyela turîzmê heye, lê belê divê ev potansiyel derkeve holê. Turkmen kêmsiyaên di vî warî de rêz kirin û got: "Divê em dîroka xwe, kuçeyên xwe û avahiyên xwe biparêzin."    * Bazarvanan, bal kişand ser noqteyên tanzîmê û bang li hikûmetê kirin: "Madem dikare fêkî û zebzeyan bi erzanî bifiroşe, nexwe bila her tiştî erzan bike. Madem em terorîst in, em ê jî ji niha û pê ve di sindoqê de bersiva serokomar bidin."    * Aynûr Kara, dayika Şiyar Kara ku 57 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Berî tabût û cenaze derkevin, bila pirsgirêk bê çareserkirin."    * Hat hînbûn ku ji Efrînê zêdetirî hezar sivîl bi îdiaya "endamtiya rêxistinê, xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" anîne Hatayê û piştî îşeknecekirinê ew birine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê.   * Li gelek bajar û navçeyên bajarên herêmê namzetên hevşaredariyên HDP'ê dê xebatên hilbijartina xwecihî bi rêve bibin.    * Danişîna 5'emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di pîrozbahiya Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * HDP dê bi beşdariya Hevserokê xwe yê Giştî Sezaî Temellî rapora der barê qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatin kirin de li otelek li Navçeya Sûrê ji raya giştî re eşkere bike. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Êlihê Mehmet Demîr ku piştî biryara Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr nû diyar bû dê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê bide nasîn. (13.00)   * Li ber deriyê Girtîgeha Tîpa H a Bursayê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen bi boneya balê bikişînin ser rewşa grevên birçîbûnê dê daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin. (14.30)