Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî 2019-02-27 16:42:39   OSMANIYE - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li Osmaniyeyê axivî û got: "Tecrîdê demildest rakin. Divê Leyla Guven nemire û bijî."    Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyeyê namzetê xwe yê Şaredariya Osmaniyeyê Mehmet Alî Ozkal bi gel da nasîn. Bernameya danasînê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, namzet Mehmet Alî Ozkal, rêveberiyên HDP'ê û gelek kes beşdar bûn. Parlamenter Ayşe Surucu axivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoya hilbijartinek girîng de derbas dibin û got: "AKP dixwaze siyaseta demokratîk tasfiye bike. Êrîşî me dike. Tevî hemû polîtîkayên tasfiyeyê em bi gelê xwe re li ser piya ne. Em hebûn, em hene û em ê hebin."    'DIVÊ TECRÎD DEMILDEST RABE'    Suruc bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a 112 roj e li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û got: "Rewşa Guven û girtiyan di astek krîtîk de ye. Em dibêjin berxwedana wan berxwedana me ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Li welat niha aloziyek heye. Aloziyê bi tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir. Em carek din li Osmaniyeyê bang li Wezareta Dadê dikin. Divê yasayên dewletê ku derxistiye bikevin meriyetê. Divê Leyla Guven nemire û bijî. Bi rakirina tecrîdê re dê aştî û aramî were welat."    Piştî axaftina Surucu, namzetê şaredariyê Mehmet Alî Ozkal dan nasîn.