HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da 2019-02-27 15:44:22   ÊLIH – Rêxistina HDP'ê li Êlihê piştî namzetiya Sabrî Ozdemir red kir, li şûna wî Dr. Mehmet Demîr namzetê hevşaredaiyê nişan dan.    Namzetiya Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr, bi hinceta 16 meh cezayê lê hatibû birîn û paşê hatibû taloqkirin di 25'ê Sibatê de hat redkirin. Di heman rojê de jî ji ber axaftineke wî ya di Newroza 2016'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh ceza hat birîn. Rêxistina HDP'ê li Êlihê piştî namzetiya Sabrî Ozdemir ji aliyê Lijneya Hilbijartinê red kir, li şûna wî Dr. Mehmet Demîr namzetê hevşaredaiyê nişan dan.  HDP, diyar kir ku di pêşhilbijartinê de piştî Ozdemir herî zêde Doktor Mehmet Demir deng stendibû û ji bo Namzetiya Mehmet Demîr serî li Lijneya Hilbijartine ya Bajar dan.