Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden 2019-02-27 15:07:01   AMED - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 74 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ne, peyam şandin. Jinên girtî, bang li her kesî kirin û gotin: "Em li zindana Amdê di berxwedanê de ne, li hemû zindanan di berxwedanê de ne. Em bi sedan berxwedêrên ku bedena xwe ji mirinê re razandine, bang li her kesî dikin ku ji van bedenan re bibin beden û dest bi berxwedanê bikin."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 112 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem u bêdorveger de ye. Bi heman armancê zêdeyî 331 girtî li girtîgehan di greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di 16'ê Kanûna 2018'an de li 7 girtîgehan 35 girtiyên siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêden û bêdorveger kiribûn. Çalakiya koma ewil di roja 74'an de berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî girtiyên jin rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya 74 rojin çalakiya xwe berdewam dikin. Girtiyên jin di roja çalakiya xwe ya 74'an de ji raya  giştî re nameyek şandin.    Nameya Kîbriye, Hîlal û Evînê wiha ye:    "Em ji zindana Amedê ya hejmar 5 bang li dengê berxwedanê dikin: Ji bo hemû jin, ciwan û gelê me!   Li Keleha berxwedanê li Zindana Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ku ji aliyê Leyla Guven ve hat destpêkirin di roja 112'emîn de berdewam dike. Em jî wekî rêhevalên Leyla Guven me bedena ji birçîbûnê re danî holê , heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Tecrîd sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Çalakiya me ya ji bo rakirina tecrîdê wê berdewam bike. Wekî ku Arend dibêje ' Destpêk behreya herî mezin a mirov e. Ev destpêk bi her zayînê re tê misogerkirin û destpêk a her mirovekî/ê ye'. Ji ber vê çalakiya me destpêka me ya nû û ji nû de destpêkirina jiyanê ye.    Manewiyata Sara û ya berxwedêran hêzê dide me   Berxwedêrên li zindana amade gotibûn 'Em bi qasî di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin'.  Em dîrokeke nû ya berxwedanê, bi destpêkeke nû re vê hezkirinê mezin dikin.  Eşqa heval Sara a azadiyê, ruhê wê yê berxwedanê, li vî cihê ku em lê ne maneviyata hevrêyên me yên ku canê xwe dan rêya me ronî dike.  Îdeolojiya jiyanê ya birêz Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê, polîtîkayên serdestiya mêr serobin kirine.  Em jin bi vê perspektîf û felsefeyê, li çalakiyên xwe li Birêz Abdullah Oclan xwedî dertên û em vê hewesta xwe berdewam bikin.      Em li keleha berxwedanê ne û em ê dengê xwe bilind bikin   Komploya 15'ê Sibatê ya navnetgeweyî li dijî rastiya Abdullah Ocalan têk çûye. Oclana bi berxwedana xwe komplo vala derxistiye. Em ê tecrîdê jî û hewldanên berdewamiya komployê jî bi berxwedana xwe vala derxînin.  Faşîzim çiqes hewl bide bila bide, ew ê têk biçe.  Wê faşîzim li dijî berxwedanê têk biçe, tecrîd bê rakirin. Bedela vê çi dibe bila bibe em amade ne ku vê bedelê bidin. Em li keleha berxwedanê ne û em ê ji vir berxwedana xwe berdewam bikin.    Em bang li her kesî dikin ku bi berxwedêran re li ber xwe bidin   Em wekî kesên berxwedêr  bang li kesên şoreşger û demokrat, jin, ciwan, welatparêz û gelê xwe dikin ku li dora vê berxwdanê bibin xelek. Em bang li herkesî dikin ku bi ruhê Sûr, Cizîr û Nisêbîn û Efrînê li ber xwe bidin û wan vedixwînin têkoşînê.   Divê ku gelê me bi komî li dijî têcrîdê rabe berxwedanê. Em li zindana Amedê di berxwedanê de ne, li hemû girtîgehan di berxwedanê de ne. Bi sedan berxwedêrên ku bedena xwe ji mirinê re razaindine ne. Em bang li her kesî dikin ku ji bedenên berxwedêr re bibin bedn û bibin deng û li ber xwe bidin.  Em bi hêza jiyanê ku ji berxwedanê digirin we hemûyan hebêz dikin. Wê berxwedan bi ser keve û faşîzm têk biçe."