Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan 2019-02-27 14:11:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li îstasyona trênê ya Qahîra Misirê, şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest danû 50 kes jî birîndar bûn.    Li Paytextê Misirê Qahîrê li Îstasyona trênê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn. Li gorî medya herêmê ya Misirê piştî şewatê gelek maşîneyên agirkujê û ambulans çûn cihê şewatê. Hat diyar kirin ku li îstasyonê 2 trên li hev qelibîne û piştî qezayê şewat derketiye. Lê bi awayekî fermî sedema şewatê nehat diyarkirin.