Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin 2019-02-27 13:54:43   STENBOL - Di konteynireke çopê ya Kadikoyê de, linge jinekê hat dîtin. Polîsan li ser vê yekê dest bi lêpirsînê kir.   Komkerên kaxizan di konteynireke çopê ya semta Acibadem a navçeya Kadikoy a Stenbolê de, linge  jinekê dîtin û agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyer, di konteynira çopê û derdora wê de lêkolîn kirin. Di dama lêkolînê de, linge duyan jî hat dîtin.    Lêkolîn û lêpirsîna polîsan a di konteynira çopê û derbara wê de berdewam dike.