'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze' 2019-02-27 13:26:51 STENBOL – Rêxistinên mafên mirovan, ji ber ku têkildarî îdîanameya Parka Gezî zext li ser saziyên civaka zivîl û parazvanên mafên mirovan zêde bûye daxuyanî dan. Rêxistinên mafên mirovan xwestin dawî li tacîz û tundiya bi plan a li ser civakê bînin û gotin: "Rayedar berpirsiyar in ku parazvanên mafên mirovan biparêzin."  Parazvanên mafên mirovan têkildarî doza Karsaz Osman Kavala û 16 kesên ji doza çalakiyên Parka Gezî girtî tên darizandin li Stenbolmê civîna çapemeniyê pêk anîn. 10 saziyên parazvanên mafên mirovan tev li civîna çapemeniyê bûn. Civîn li Salona Konferansê ya Aynali Geçit a Beyoglu pêk hat. Civil Rights Defenders (Parazvanên Gelên Sivîl), Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev, Navenda Hafizeya Edalet û Heqîqetê, Komeleya Înîsiyatifa Mafan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV), Komeleya Hemwelatiyê û Rêxistina Efoya Navneteweyî di civînê de amade bûn.    DAXUYANIYA HEVPAR XWENDIN   Dîrektorê Parazvanî û Kampanyayan ê Tirkiye ya Rêxistina Efoya Navneteweyî (UAO) Ruhat Sena Akşener, diyar kir ku di demên dawî de zextên li ser civakê û parazvanên mafên mirovan zêde bûne û ji bo balê bikişîne ser vê yekê ev civîn pêk anîne. Akşener, ani ziman ku der barê 16 rêxistinên civaka sivîl îdîaname hatiye amadekirin û sedema vê yekê ji ber medya navendî ya Tirkiye ku agahiyên şaş bi awayekî koordîne parve dike pêk hatiye. Akşener pişxtî axaftina kurd daxuyaniya hevpar xwend.   ‘PARÊZERAN HÊJ ÎDÎANAMEYA HATIYE AMADEKIRIN  NEDÎTINE'   Akşener, anî ziman ku parêzerên kesên tên tawanbarkirin hêj naveroka îdîanameya hatiye amadekirin nedîtine û wiha got:  "Divê çalakiyên şermezarkirinê yên Parka Gezî di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin. Yên tevli vê çalakiyê bûne tu sûc pêk neanîne. Dadgehê îdîanameya ku li ser teoriyê komplo yên bi armanca sûc ava bike û tu delîlên şênber tune red kir. Osman Kavala 16 mehin girtî ye. Yigit Aksakoglu 3 mehin girtî ye. Divê bi lez û bez serbest bên berdan. Dîsa di "Doza Buyukada" de 11 parazvanên mafên mirovan tên darizandin. Mehek şûnde dê danişîna 7’emîn bê dîtin. Ev pirov ji ber parazvaniya mafên mirovan dikin tên darizandin. Tu delîlên şênber û li gorî aqilan tune ye. Divê dewlet parazvanên mafên mirovan biparêze. Dewlet bi parastina parazvanên mafên mirovan erkdar e. Em dixwazin dewlet li gorî erk û berpirsiyariya xwe ya navneteweyî tev bigere."    TîHV: EM FÊRÎ DARIZANDINÊ NABIN   Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe jî anî ziman ku ji ber ew mafên mirovan diparêzin û wêneykî wisa dane serbilind in û wiha got: “Yên li dijî êrîşan têkoşîna azadî û mafan didin, kesên ji bo mekanîzmaya edaletê  bê avakirin li hev kom bûne ne. Em tu carî fêrî darizandinê nabin. Em dixwazin ev wêne di dîrokê de neyê ji bîr kirin."    NAVENDA HAFIZAYÊ: BILA HEVALÊN ME YÊN GIRTÎ BÊN BERDAN   Li ser navê Navenda Hafiza Edalet û Heqîqetê Emel Atakturk Sevimlî jî axivî û wiha got: "Îro hevalên me wekî sûctar li ser kursiya bersûcan hatine rûniştandin. Em ji hevalên xwe bawer dikin. Wan jiyana xwe ji bo jiyana demokratîk neqişandiye. Em li dijî hemû êrîşên li dijî parazvanên mafên mirovan bûne yek. Em dixwazin hevalên me bil ez bên berdan."    'EMÊ PIŞTEVANIYA XWE BERDEWAM BIKIN'    Nûnerê Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkiye Andrew Gardner jî  wiha got: "Kengî mafên mirovan di bin êrîşên giran de be, wê demê parazvanên mafên mirovan jî di bin êrîşan dene û tên tunekirin. Ev ji bo hemû civakê dibe windahiyên giran. Em dê piştevanî û şêwirmendiya xwe berdewam bikin.    RSF: OSMAN KAVALA BERDIN   Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tîrkiye Erol Onderoglu jî anî zima ku ew îdîanameya ku hêj bi parêzeran re nehatiye parvekirin baş dizanin ku hukmekî çawa têde heye û wiha got: “Em wekî rêxistinên civakasivîl perçeyekî vakifan in. Di buyerên gezî de 150 rojnameger birîndar bûn. Lê der barê van kesên birîndar bûn de tu lêpirsîn nehat vekirin. Em wekî RSF'ê dibînin ku cerebeyên têkoşîna me tê manipulekirin û tê tunekirin. Em dixwazin demek berî demekê Osman Kavala bê berdan.    ÎHD: EM LI DIJÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NAMÎNIN   Seroka  Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku ev mesele Osman Kavala jî derbas dike û wiha got: "Li ser hin meseleyan dixwazin rêxistinên sivîl û demokratîk û parazvanên mafen mirovan tune bikin. Gelek hevalên me ji ber xebatên mafên mirovan girtî ne."