'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê' 2019-02-27 12:05:42   WAN -  Bav Metîn Demîrer bi keça xwe Serfiraz Demîrer a li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tevî 5 hevalên xwe di greva birçibûnê de ye re axivî û peyama wê parve kir. Bav Demîrer diyar kir ku keça wî bi moral û biryar e û gotiye "Gelê Kurd xwedî hêz û vîn e ku bibe bersîva pêvajoyê." Bav Demîrel, xwest êdî hemû beşên civakê û rêxistinên demokratîk vê bêdengiyê xera bikin û gavên pratîk bavêjin.        Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 112'mîn de, didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 99'emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 73'yemîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 74'emîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 331 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.   Li girtîgeha Tîpa T a Bayburtê jî 6 girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji 6 girtiyan Serfiraz Demirer bi riya malbata xwe peyam şand. Bav Metîn Demîrer diyar kir ku bi keça xwe Serfraz Demirer re axivîye û peyama  "Gelê kurd xwedi hêz û vîne ku bibe bersîva vê pêvajoyê" daye.    'DIXWAZE CIVAK TÊKEVE NAVA TEVGERÊ'   Bav Demîrer, diyar kir ku keça wî di sala 2016'an de hat girtin û ji 20'ê çile heta niha ligel hevalên xwe digreva birçîbûnê de ye. Demîrer, anî ziman ku wî di 21'ê Sibatê de bi keça xwe re hevdîtina vekirî kiriye û wiha got: "Li Girtîgeha Baybûrtê koma ji 3 kesan pêk tê di 5'ê Çile de, koma duyemîn ku ji 3 kesan pêk tê di 20'ê Çile de dest bi grevê kiriye. Keça min jî di nava 6 kesên di grevê de ye. Pir bi coş, moral û biryar e. Hêvî û bendewariya keça min û kesên di grevê de ji gelê Kurd pir zêde ye. Ji hemû civakê pir zêde ye. Çalakvan roj bi roj kîlo didin û tenduristî dikeve rewşek xirab. Em vê bêdengîya civakê rexne dikin. Kesên ketine grevê ji bo civak bêtir di nava şert û mercên azad, demokratîk û aştiyane de bijîn di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe di çalakiyê de ne. Bi rastî jî pir bi coş, moral û biryar in. Bendewariya wan ji civakê jî heye."     'EM DAWÎ LI VÊ BEDENGIYÊ BÎNIN'    Demîrel, da zanîn ku keça wî peyama "Vîn û hêza gelê Kurd heye ku bibe bersîva pêvajoyê" parve kiriye û wiha bi dawî kir: “Em wekî malbatên girtiyan û wekî gel jî li çalkaya Leyla Guven xwedî derdikevin. Em di nava vê pêvajoyê de ne û vê pêvajoyê dişopînin. Divê êdî civak vê bêdengiya xwe xera bike û dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû beşên civakê dikin, jin, ciwan û hemû hêzên demokratîk û sivîl, rêxistinên pîşeyî û odeyên pîşeyî  divê bibin bersiva vê pêvajoyê. Divê têkevin nava pratîkê. Êdî tenê bi daxuyaniyan û civînên çapemeniyê gav nayên aêtin. Êdî her ku diçe rewşa krîtîk kûr dibe. Beşek girtiyan 70-80 rojin di grevê de ne. Êdî talûkeya li ser jiyana wan zêde dibe. Ger ku civak wisa bêdeng be dê talûkeyên ku neyên çareserkirin dê derkevin holê. Em bang li hemû hezên demokratîk dikin ku êdî bertekên xwe yên demokratîk dînin holê û gavên pratîk bavêjin."