‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin' 2019-02-27 11:23:00   MELETÎ - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ÎHD û ÇGD ziyaret kirin. Namzeta Hevşaredariyê Îhsaf Aktaş, diyar kir ku ji bo bajar bi nerîna jinê bi rêve bibe bûye namzet."    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, di çarçoveya xebaten hilbijartinê de sazî û rexistinên demokratîk û sivil ziyaret kirin. Namzetan îro Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Meletiyê û Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD)  ziyaret kirin. Namzetên HDP'ê Îhsaf Aktaş û Yusuf Bozkuş, Namzetê Hevşaredaiya Battalgazî Huseyin Kiliç û rêveberiyên HDP'ê di ziyaretê de cih girtin.  Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê Mehmet Tuncel, ji HDP'ê xwest ku polîtîkayên berberiyê ya li Tirkiye ji holê rakin.    Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Îhsaf Aktaş, diyar kir ku ew partiyek ku di navenda wê de mirov heye û wiha got: "Ez jî endama ÎHD'ê me. HDP'ê her dem û li her derê aştî parastiye. Em dê aştî, demokrasî û aramiyê bînin vî welatî. Em dixwazin bajar bi nerina jinê bi rêve bibin."    Namzetan piştre Şaxa ÇGD'ê ya Meletiyê ziyaret kir. Aktaş, di ziyareta ÇGD'ê de diyar kirin ku nêzî 10 hezar endamên wan girtî ne û di bin zext û tundiya binçavkirin û girtinê de xebatên xwe dimeşînin û got: "Em bawer dikin ku wêrekî belav dibe. Ji ber vê yekê em dema dibin namzet em natirsin û xwe venakişînin. Em dê rêxistina xwe mezin bikin aştî, demokrasî û azadiyê pêş bixin û mezin bikin.    Namzet Yusuf Bozkuş jî medya neteweyî û navendî rexne kir û got: "Em dê demokrasiyê li herêmê pêş bixin. Mixabin em îro xwe di çapemeniyê de nabînin. Lê emê bê westan û rawestan xebatên xwe berdewam bikin."