Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin 2019-02-27 10:37:55   ERZIROM- Li Tatosê, di serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de 8 kes hatin binçavkirin.     Li Taxên Çîçekdagi, Hamzamlar, Beşdere, Korsu, Çevîrme û Guldami yên navçeya Tatos a Erziromê, polîsan hemwext di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de, Şenol Sûvarîoglû, Namzetê Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’ê Zekerya Kaldir, Yuksel Kaldir, Alî Sayan, Ferhat Gul, Onder Ûzûn, Sûat Kanmaz, Abdullah Kanmaz û Ozal Seyhan hatin binçavkirin.     8 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta  Polîsan a Navçeyê.