Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir 2019-02-27 09:49:49 AMED - Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 112 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbînê deye ziyaret kir.   Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratî (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 112 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, duh li mala wê ziyaret kir. Tanrikûlû di dema serdanê de ji Guven re wiha ev tişt gotin: “Em ji bo we û girtiyên digreva birçîbûnê dene, bi fikarin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de, kesek zirarê nebîne.”    'TECRÎD LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ TÊ SEPANDIN'   Leyla Guven jî ji Tanrikûlû re wiha got: “Daxwazek min a qanûnî heye û heya ev daxwaza min neyê pêşwazî kirin, ezê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikim. Lê berpirsiyartiya li ser milên min pir girane. Li girtîgehan ji 300’î zêdetir girtî û gelek havên min ên ji derveyî welat di greva birçîbûnê dene. Rewşa wan pir krîtîke. Tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê tê pêk anîn. Hevalên me yên parlementer ji bo ku balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê xwestin bimeşin, lê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dîmenên dopêçkirina polîsan, wêneyê şênber ê tecrîdê ye. Ji ber vê li dijî tecrîdê derketin, di rastiyê de xwedî li demokrasiya Tirkiyeyê derketine.”