Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund! 2019-02-27 09:24:08   ŞIRNEX - Dadgehê biryar dabû ku meleyê fexrî yê mezrika Îsa Axa ya Cizîrê weazan nede. Di ser vê qedexekirinê re 10 meh derbas bûne, lê hêj meleyekî bi kadro jî neşandine mezrikê. Hinceta vê yekê jî "cihê mayînê tune" nişan dan.  Di 3'yê Gulana 2018'an de, bi hinceta der barê wî de îxbar heye, meleyê fexrî yê Mezrika Îsa Axa ya Cizîrê hatibû binçavkirin. Piştî hat berdan, der barê wî de biryar hat dayîn ku divê êdî weazan nede. Welatiyên mezrikê bertek nîşanda bûn û li pey meleyê ku miftîtiya navçeyê ew peywirdar kir nimêj nekirin.    MELEYÊ XWE YÊ BERÊ DIXWAZIN    Nêzî salek e hîn jî hin şêniyên gund naçin mizgeftê û li mala xwe an jî li hin mizgeftên din nimja xwe dikin. Gundiyan, diyar kir ku neheqî li meley wan hatiye kirin û ew meleyê xwe yê berê dixwazin.    TENÊ JI BO XUTBEYÊ MELEYEK HAT PEYWIRDARKIRIN    Lê belê bêyî ku miftîtiya navçeyê guh bide daxwaza gundiyan, tenê ji bo roja înan meleyek peywirdar kir. Ji ber vê gundî azan didin.    Têkildarî mijarê em li miftîtiya navçeyê geriyan. Miftîtiyê, diyar kir ku ji ber li mezrikê "cihê mayînê" tune ye ew nikarin meleyekî bikadro bişînin.