YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye 2019-02-27 09:23:32 AMED - Li navçeya Pîranê, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar dabû ku sindoq bên veguhastin. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr jî biryara desteya navçeyê red kir. Lê desteya navçeyê dîsa biryar da ku divê sidnoqa bên veguhastin. Li ser vê HDP'ê îtiraz kir û YSK'ê jî ji bo biryara desteya hilbijartinê ya navçeyê got "bêqanûntî ye" û biryar betal kir.  Desteya Hilbijartinê ya Pîrana Amedê, di 8'ê Sibatê de biryar da û 13 sindoqên li taxên cuda bên veguhastin û bi hin sindoqên li taxên didin bibin yek. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, sindoqa jimare 1020 a Taxa Bogazê û sindoqa jimare 1040 ya Taxa Gundogdû avêt ser Taxa Yûkûşlû; sindoqa jimare 1021 ya Taxa Bogazkoy, sindoqa jimare 1044 ya Taxa Kelekçî, sindoqa jimare 1031 ya Taxa Degîrmenlî û sindoqên jimare 1037 û 1038 ên Taxa Gelîncîkê, sindoqa jimare 1072 ya Taxa Ûlûçeşme, sindoqa jimare 1013 ya Taxa Baltaci avêt ser Lîseya Anadolûy ya Necatî Ceylan; sindoqa jimare 1019 ya Taxa Bîçer avêt ser Taxa Yeşîlyûr; sindoqên jimare 1068 û 1069 ên Taxa Tepebaşiyê avêt ser Taxa Acarê; sindoqa jimare 1016 ya mezrika Çayustu ya Taxa Başkoyê jî avêt ser Mala Şînê ya Bahçelîevler a Taxa Başkoyê.    DESTEYA HILBIJARTINÊ YA BAJÊR RED KIR    Piştî HDP'ê îtiraz kir, Desteya Hilbijartinê ya Bajêr di 10'ê Sibatê de biryara veguhastina her 13 sindoqan betal kir.    DÎSA HEMAN BIRYAR DA    Piştî biryara Desteya Hilbijartinê ya Bajêr du roj şûnde, Desteya Hilbijartinê ya Pîranê dîsa biryar da ku sindoqên navborî bên veguhastin. Piştî vê HDP'ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.    YSK: BÊQANÛNÎ YE    YSK'ê ji bo biryara hatiye dayîn, diyar kir ku "bêqanûntî ye" û biryara hatiye dayîn betal kir.