Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye 2019-02-27 09:22:10 ÊLIH - Desteya Hilbijartinê ya Bajêr, di 25'ê Sibatê de namzetiya Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Êlihê red kir û di heman rojê de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ozdemîr got: "Biryareke dijî hiqûqê ye."  Namzetiya Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr, bi hinceta 16 meh cezayê lê hatibû birîn û paşê hatibû taloqkirin di 25'ê Sibatê de hat redkirin. Her wiha di heman rojê de jî ji ber axaftineke wî ya di Newroza 2016'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh ceza hat birîn. Ozdemîr, got her du biryar jî derî hiqûqê ne.    'BIRYAREKE SIYASÎ YE'    Ozdemîr, anî ziman ku ji roja wan dest bi xebatên hilbijartinê kirine bi zext û zoriyan re rû bi rû mane û got: "Li qadê, li hemberî me polîtîkayên çewisîner hebûn. Me ev didîtin, lê em ne li bendî tiştekî wisa bûn. Lê dîsa jî em heyr neman. Em ê li Desteya Bilind a Hilbijartinê îtiraz bikin. Mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin, lê hêviyek me tune ye. Wê partiya me di demeke kurt de biryara xwe aşkere bike û wê namzetên me yên nû aşkere bike."    'KAMPANYAYA LÎNCKIRINÊ'    Ozdemîr, anî ziman ku ew jî di nav de Ajansa Anadolûyê namzetên hevşaredariyan ên HDP'ê hedef girtine. Ozdemîr, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di darazê de tim pirsgirêk hene, lê belê tu carî wekî niha tune bûne. Ozdemîr, bilêv kir ku biryarên tên dayîn biryarên Pergala Hikûmeta Serokmartiyê ne û got: "Tiştên heyî îspata pergala serokatî û padîşahiyê ne. Lê belê em hêzên demokrasiyê, ji bo aştî û aramyê em ê tim û tim xebatên xwe bidomînin."    'HDP, PARTIYEKE FIKRÎ YE'    Ozdemîr, anî ziman ku wê partiya wan di nav çend rojan de namzetên nû ragihîne û got: "Helbet destekftiyên bi têkoşînê bi dest ketin mewzî ne. Lê em ji bo meqam û mewkiyan tev nagerin. HDP, ne cihê meqam û mewkiyan e. HDP, partiyeke fikrî ye. Li vir navê Sabrî Ozdemîr ne girîng e. A girîng, serketina maf û azadiyên mirovan e. Gelê me jî hay ji vê heye û tevî partiya xwe têdikoşe. Ji bo piştgiriya wan, malavayiya gelê Êlih û hevalên xwe dikim. Em ê piştgiriyê bidin namzetê xwe yê nû û ji bo HDp bi ser bikeve em ê tevî gelê xwe bitêkoşun. Em ê bi ser bikevin."