Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin 2019-02-27 09:17:31 TEKIRDAG -  Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê, gardiyan Umît Akgumuş û Îsmet Taş ên di greva birçîbûnê de taciz kirin. Her wiha gardiyanan ji girtiyan re gotiye: "Tu dibê qey hûn ji bo Fenerbahçe ketine greva birçîbûnê."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dij tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 112'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li li gelek girtîgehan jî greva birçîbûnê didome.   Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tekirdagê jî di 12 girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji van Girtiyan Umît Akgumuş ji 26'ê Kanûna 2018'an û Îsmet Taş jî ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.   Endamê Komîsyona Girtîgehê yê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Firat Vûral hevdîtin bi girtiyan re çêkir. Girtiyan zext û zoriyên îdareya girtgehê ragihandin. Vûral got: "Piştî Îsmet Taş ji hevdîtina bi parêzer vedigere, di lêgerînê de wî ber bi dîwar ve tahm dane. Bi awayekî fizîkî tahiye tacizkirin. Gardiyanan, singa wî jidandiye. Her wiha Umît Aktaş jî bi heman pêkanînê re rû bi rû maye. Gardiyanan ji wan re gotiye 'hûn di greva birçîbûnê de ne, ma qey mafê we yê destnedayînê heye? Tu dibê qey hûn ji bo fenerbahçe ketine greva birçbûnê.?'"    Vûral, diyar kir ku ev girtîgeh li Tirkiyeyê wekî girtîgeha pîlot hatiye hilbijartin û berê jî zext û zorî li ser girtiyan hebû. Vûral got: "Li girtîgehê êrîşên wisa zêde dibin. Ev êrîş êrîşên derûniyî ne."