ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-27 09:00:00 * Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku ew ê li Herêma Egeyê li hin bajaran bi namzetên xwe têkevin hilbijartinê li hin herêman jî piştgiriyê bidin hêzên demorasiyê. Çepnî, destnîşan kir ku taktîka sereke ya partiya wan xwe dispêre paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê.  * Prof. Dr. Fatma Gok, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Berî bi derengî bikeve divê wateya têkoşîna Leylayê bê vegotin."    * Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê, gardiyan Umît Akgumuş û Îsmet Taş ên di greva birçîbûnê de taciz kirin. Her wiha gardiyanan ji girtiyan re gotiye: "Tu dibê qey hûn ji bo Fenerbahçe ketine greva birçîbûnê."    * Ozlem Soyler ku 74 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye nameyek şand û got: "Rengê êşê tune ye, lê rengê aştî, biratî, dostanî û demokrasiyê heye." Soyler, ji bo careke din trajedî neqewimin bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê derkevin.    * Jinan, bilêv kir ku îktîdar bi bilêvkirina xwe ya mîlîtarîst cihêkarî û nefretê zêde dike û tekane rêya li dijî van polîtîkayan jî bi çalakiyan xurtkirina têkoşînê ye.    * Resûl Ergun ku di Doza Nisêbînê de tê darizandin, doza heyî wekî "senaryoya lîstikekê" pênase kir û got: "Ji bo ser kuştinan, rûxandin û şewitandinê bigirin darizandineke wisa amade kirin. Lê bedêl çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê bitêkoşin."    * Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal, destnîşan kir ku wê gelê bajêr di vê hilbijartinê de hesabê xiyalşikestina 15 salan ji AKP'ê bipirse. Her wiha Unsal, ji bo piştgiriya HDP û CHP'ê jî got, ev ji bo pêşerojê cihê hêviyeke mezin e.    * Desteya Hilbijartinê ya Bajêr, di 25'ê Sibatê de namzetiya Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Êlihê red kir û di heman rojê de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ozdemîr got: "Li qadê polîtîkayên çewisîner hene. Lê em ne li bendî tiştekî wisa bûn."    * Li navçeya Pîranê, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar dabû ku sindoq bên veguhastin. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr jî biryara desteya navçeyê red kir. Lê desteya navçeyê dîsa biryar da ku divê sidnoqa bên veguhastin. Li ser vê HDP'ê îtiraz kir û YSK'ê jî ji bo biryara desteya hilbijartinê ya navçeyê got "bêqanûntî ye" û biryar betal kir.    * Dadgehê biryar dabû ku meleyê fexrî yê mezrika Îsa Axa ya Cizîrê weazan nede. Di ser vê qedexekirinê re 10 meh derbas bûne, lê hîn jî meleyekî bikadro ji mezrikê re nehatiye şandin ji bo vê yekê jî wekî hincer hat gotin "cihê mayînê" tune ye.    * Dadgehê biryar da ku betalkirina bicihkirina mamoste S.A. ya ji ber agahiya îstîxbaratê li dijî hiqûqê ye. Dadgehê parast ku li gorî agahiyên îstîxbaratê bicihkirina mamoste nayê betalkirin.    * Rêxistina HDP’ê ya Amedê, dê xebatên hilbijartina herêmî ya 31’Adarê bê lidarxistin berdewam bike.    * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, dê dikandarên hala fêkî û zerzewatan a li Esenler ziyaret bike. (08.00)    * Danişîna doza darizandina polîs Fatîh Dalgali yê di dema çalakiyên Parka Gaziyê de Berkîn Elvan kuşt, dê li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Gelek saziyê parastina mafê mirovan, dê têkildarî îdîanameya di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Parka Gezî ya derbarê 16 kesên karsaz Osman Kavala jî di navde hat amadekirin de, li salona Konferansê ya Aynali Geçît a beyogluyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)   * Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, dê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê d, li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne.  (11.00)   * Bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbînê yên li girtîgehan, dê çûyîn li ber girtîgeha Mêrdînê pêk were û li Şirnexê jî dê ji bo girtiyan kart bên şandin. (10.00-11.00)   * Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yên Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSF'ê yê Tirkiye Erol Onderoglu û nivîskar Ahmen Nesin dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Platforma Jinan a Enqerê, dê têkildarî bernaya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Mulkiyeler Bîrlîgî civîna çapemeniyê  li dar bixe. (11:00)   * Şaxa Tumbel-Sen a Amedê, dê derbarê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ji hilbijartinê re çend roj mayîn, dest bi girtina 400 personelan kir de, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar bixe (12.00)   * Şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê, dê derbarê mizgefta li Orman Parkê bê çêkirin û suxme kirina daristanên bajêr a herêma jor a Bûlwara Mahabad de, li şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Doza Nisêbînê ya hat cihêkirin, dê bi parastina Tufan Îlbaş ê girtî berdewam bike. (14.00)   * HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de, dê li navçeya Qoser a Mêrdînê û Şirnexê buroyên hilbijartinê veke. (14.00 - 15.00)   * Meclîsa Jinan a HDK’ê, dê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhan de, li Qada Khalkedon a Kadikoyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (19.00)   * Platforma Hevpar a Mafê Mirovan (ÎHOP), rapora bi ser navê “Bandora Xumama Qanûnên Têkoşîna li dijî  Terorê ya li ser Azadiya Raman” a amadekirin, dê di paneleke li Otelekê li dar bixin de, ji raya girştî re eşkere bike. 14:00-16:30)