Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin 2019-02-26 22:30:39   DERSIM – Namzeta HDP'ê ya hevşaredariya Qereqoçanê Serap Dogan hat betalkirin   Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, namzetiya HDP'ê ya hevşaredariya Qereqoçana Xarpêtê Serap Dogan Mûtlû betal kir. Desteka hilbijartinê ya navçeyê wekî hincet jî dozeke berê ya der barê Doganê de nîşan da.    Dogan, der barê vê biryarê de got: "Ev rewş tesîr li moralê min nekir. Heta hilbijartinê ez ê tevî namzeta nû bixebitim. Ez hay ji berpirsiyariya xwe ya dîrokî heme. Heta qeyûm neçe ez ç li vira bim û em ê bi hev re bixebitin û bi ser bikevin. .