18 meh ceza li Yuksekdag birîn 2019-02-26 17:52:09   AMED - 13'emîn heyeta Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bi îdîaya ku Erdogan 'kêm xistiye" Salek û 6 meh (18 meh) ceza li Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag birîn.   Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di 04'ê Mijdara 2016'an de hat girtin û girtî tê darizandin li 13'emîn heyeta Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin.  Fîgen  Yuksekdag dema ku hatî destgîrkirin, gotibû, ''Erdogan ê ku li ser rabirduya wî ya siyasî gelek guman hene''. Ji ber van gotinên Yuksekdag, bi îdîaya ku Serokkomarê Tirk 'kêm kiriye' ceza jê hatibû xwestin. Doz li Dadgeha Ceza yê Eslîye yê 13'an a Amedê hate dîtin. Yuksekdag bi rêya Peergala Deng û Dîtbariyê (SEGBÎS) tevlî danişînê nebû, li şûna wê parêzerên Yuksekdag amade bûn. Heyeta dadgehê li Yuksekdag Salek û 6 meh ceza biri.  Parêzerê Yuksekdag diyar kirin ti têkiliya biryarê bi hiqûqê re tine û binpêkirina peymanên navnetewî ye.