Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir 2019-02-26 17:32:24     MÊRDÎN – Heyeta 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, duh piştî di 6'emîn danişîna doza Nisêbînê ya 53 kesên di qedexeya derketina derve ya 26'ê Gulana 2016'an de li navçeya Nisêbînê hatin girtin, biryara darizandina yek bi yek da, îro Firat Çîftçî û Tufan Îlbaş derketin pêşberî dadgehê.    Heyeta 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, duh di 6'emîn danişîna doza Nisêbînê ya 53 kesên di qedexeya derketina derve ya 26'ê Gulana 2016'an de li navçeya Nisêbînê hatin girtin de biryara darizandina yek bi yek dabû. Îro  heyeta dadgehê piştî biryara duh darizandina Firat Çîftçî û Tufan Îlbaş berdewam kir. 2 bersûcên ku îro derketin pêşberî dadger, diyar kirin ku heta biryara darizandina yek biyek neyê rakirin dê îfadeyê nedin û gotin: “Ger ku tevîvê yekê jî hûn ceza bidin keyfa we dizane. Piştî heyetê der barê 53 kesan de biryara darizandina yek bi yek da, parêzerên bersûcan der barê rayedaran de serlêdana sûc kiribûn. Parêzeran bi sedema "Erka xwe xerab pêk anîne û sextekariyê" serlêdana sûc kiribûn. Heyetê bi lez û bez der barê kesan de roja danişîna kesan diyar kir. Dema heyetê ev biryar da parêzerên bersûcan agahdar nekir. Parêzeran ev rewş ji katîbên dadgefê fêr bûn û tev li danişînê bûn. Parêzeran bertek nîşanî biryara heyeta dadgehê da û diyar kir ku heyetê berê dosya cuda  kirine."    DANIŞÎNA DOZÊ BIRIN AVAHIYA EDLIYÊ   Heyetê piştî dosya cuda kirin danişîna doza Tufan Îlbaş û Firat Çiftcî li salona edliyê hat dîtin. Heta niha danişîn li salona Saziya Ewlehiya Civaki (SGK) ya bajar dihat ditin. lê îro doz li salona edliyê hat dîtin. Bersûcên beşdarî danişînê bûn Fîrat Çîftçî û Tufan Îlbaş diyar kirin ku heta bi hevre neyên darizandin dê îfade nedin. Dema danişîna Çîftçî hat dîtin gelek polîs/esker ketin salonê. Ji ber ku parêzerên bersûcan ne amade bûn, parezerên CMK'ê tev li danişînê bûn. Çîftçî bi kurdî axivî û got: “Ez tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikim. Heta ku biryara tefrikê (darizandina yek bi yek) neyê rakirin ez parastinê nakim."  Serokê heyeta dadgehê jî got "Ger ku tu parastinê neke ezê wekî bêdengiyê qebûl bikim." Li ser vê yekê Çîftçî bersîve da heyetê û got: “Ez gotina xwe ya berê berdewam dikim. Ger ku li gel vê yekê jî dadgeh ceza dide keyfa wê zane. Heta şertê me pêk neyê em parastinê nakin."    Heyetê li ser vê yekê berdewama girtina Çîftçî da û danişîna dozê taloqî 16'ê Nîsanê kir.    îLBAŞ: BIRYAR LI DIJİ HİQÛQÊ Û SINC E   Piştre danişîna Tufan Îlbaş hat dîtin. Îlbaş jî ji ber ku parêzerê wî mazeret nîşan da ku beşdarî danişînê nabe, heyetê danişîn taloqî sibê kir.    Beriya ku heyet navberê bide Îlbaş xwest çend tiştan bêje û wiha got: “Em vê biryara dadgehê qebûl nakin. Ev xuya dike ku ev biryar berê hatiye dayîn. Di vê pêvajoyê de parêzerê min hebe yan tune be ez bi van şertan parastinê nakim. Ez bi biryarim ku em bi hevre parastinê bikin. Ger ku dîsa dadgeh ceza dide jî ne xema min e. Darizandina bi vî rengî neli gorî hiqûq û sinc e. Em ne ji ber sûcekî edlî li vir in. Em ji sûcê siyasî tên darizandin. Parastina me jî dê siyasî be. Ez beşdariya bi SEGBİS’ê qebûl nakim.    Heyetê piştre navber da.