Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin 2019-02-26 16:36:34   ÎZMÎR - Danişîna rojnameger Ahmet Kanbal a ji ber parvekirinên medya civakî lê hatibû vekirin hat taloqkirin.    Danişîna doza nûçegihanê ajansa me Mezopotamyayê Ahmet Kanbel ku bi hêceta nûçeyên di medya civakî de parve kiribû tê darizandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Rojnameger Kanbal û parêzerê xwe Erdal Kuzu bi rêya dîmen (SEGBÎS) ji Mêrdînê beşdarî danişînê bûn.     'PARVEKIRIN XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ NE'    Rojnameger û nûnerên rojnamegeran jî li Îzmîrê doz şopandin. Kanbal îfadeyên xwe yên di doza beriya niha de dubare kir û hemû nûçeyên çêkiriyê di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne û parvekirinên medya civakî jî bi armanca hişyariyê ye. Kanbal li dijî mutalayê dema pêvekê xwest.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Parêzer Erdal Kuzu jî da zanîn ku di pergalê de mutala nayê xuyakirin û ji ber vê yekê têkildarî esasê ji dadgehê dem xwest. Heyeta dadgehê daxwaza demê qebûl kir û danişînê taloqî 19'ê adarê kir.