CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt 2019-02-25 10:09:40 ŞIRNEX - Namzetê Bajora Başverîmlî ya Sîlopî yê CHP’ê Suleyman Bayrak, ê di kêliya dawî de dosyeya wî ya namzetiyê hat paşvekişandin, îdîa kir ku serokê partiya wan a navçeyê Umran Cengîz, ji ber ku bertîl ji namzetê AKP’ê yê bajarokê girt, dosyeya wî betal kir. Serokê CHP’ê û namzetê AKP’ê ev îdîa derewandin.    Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê ya Navçeya Sîlopî yê Şirnexê Umran Cengîz, dosyeyên namzetê Şaredariya Bajaroka Gorumlu Mûhsîn Ozdemîr û nametê Şaredariya Bajaroka Başverîmlî Suleyman Bayrak, di dema teslîmkirina lîsteyîn namzetên partiyan de, di kêliya dawî ya roja 19’ê Sibatê de, paşve vekişandibû. Derket holê ku Rêxistina CHP’ê ya Bajar a dosye paşve kişandin û namzetiya kesên hatin betalkirin, tu agahiya wan derbarê vê mijarê de tuneye.    ÎDÎAYA SEROKÊ CHP’Ê JI NAMZETÊ AKP’Ê 140 HEZAR TL GIRTIYE   Serokê CHP’ê yê navçeyê Umram Cengîz piştî paşvekişandina dosyeyan ji bajêr veqetiya. Kesên ku namzetiya wan hat betalkirin û niştecihên bajarokê gelek îdîayên girîng danîn holê. Li gorî îdîayan, Serokê CHP’ê yê Navçeyê Cengîz, ji bo ku her du dosyeyan paşve bikêşe, ji namzetên AKP’ê yên bajarokan û xizmên wan bertîl girtiye. Hat îdîakirin ku bertîla mijara gotinê ye 140 hezar TL ye.    NAMZETÊ CHP'Ê: SEROKÊ CHP’Ê YÊ NAVÇEYÊ JI AKP’Ê PERE GIRT   Suleyman Bayrak ê CHP’î, yê dosyeya namzetiya wî di kêliya herî dawî de hat paşvekişandin derbarê îdîayên mijara gotinê deye de axivî. Bayrak, diyar kir ku ji ber dosyeya wî paşve hat kişandin, mexdûr bûye û wiha got: “Serokê CHP’ê yê Navçeyê Cengîn, 20 deqe mabû ku ji dema teslîmkirina lîsteyên namzetiyan bi dawî bibe re, namzetiya me paşve kişandin. Li hemberî min komplo ava kirin. Serokê CHP’ê yê Navçeyê Cengiz, ji namzetê Serokê Şaredariya Bajaroka Başverîmlî yê AKP’ê Medenî Tatar û birayê wî Mehmet Tatar bertîl girtiye.”    'GEFA MIRINÊ LI MIN XWARIN'   Bayrak, anî ziman ku di dema namzetiyê de rastî gefên kuştinê yên van kesan hat û wiha bilêv kir: “Ji bo ku ez namzetiya xwe paşve bikesim, 300 hezar TL pere teklîfê min kirin. Parlementerê AKP’ê yê Şirnexê Rîzgîn Bîrlîk û Serokê AKP’ê yê Navçeya Sîlopî Fatîh Bîlen hevkarên ‘komploya’ li hemberî min hat vakirinin. Me xwe spart dewleta xwe. Bila vê komoloyê sererast bikin.”    CENGÎZ Ê CHP’Î: MIN GUNCAW NEDÎT, DOSYA PAŞVE KIŞANDIN    Serokê CHP’ê yê Bajêr Umran Cengîz ê hat îdîakirin ku bertîl girtiye, piştî dosyeyên namzetiyê paşve kişandin çend roj şûn de li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye. Me li ser telefonê derbarê îdîayan de bi Cengîz re axivî. Cengîz, anî ziman ku navenda partiyê, daxwaznameyên wî yên îstîfayê yên berê qebûl nekirin. Cengîz ê di axaftina xwe de qabûl kir ku dosye paşve kişandine, îdîayên girtina bertîl qebûl nekirin. Cengîz, anî ziman ku teqez tiştek wisan tuneye û wiha got: “Ger tiştek wisan hebe jî, ne layîqê min û malbata mine. Em ne xwefiroşin. Ez rojê 5 hezar TL dixwim. Ger di destê we de belgeyek hebe, ser serê min û çavên min. Min dosye guncwan nedin û paşve kişandin. Navenda giştî raye dabû min. Ezê derbarê van de serlêdana sûc bikim.”    NAMZETÊ AKP’Ê TATAR: TIŞTEK WISAN TUNEYE     Namzetê Serokê Şaredariya bajaroka Başverîmlî yê AKP’ê Medenî Tatar jî, derbarê îdîayan de, ev tişt gotin: “Ev îdîa derewin. Ez qebûl nakim. Tu eleqeya min bi partiyên siyasî re nîne. Hilbijartinek heye. Hewl tê dayîn ku bira ji bira re gotinan bêjin.”    Tatar, debarê îdîayên Suleyman Bayrak ê namzetiya wî hat betalkirin ên weke “Gef li min xwarin” de jî axivî û wiha got: “Tiştek wisan tuneye. Ez van îftîrayan qebûl nakim. Telefona Suleyman gel min tuneye. Zimanê fermî yê dewletê belgene. Ger dîmen û hevdîtinek min û birayê min a bi van mirovan re hebin, ezê vê îdîayê qebûl bikim.”    MA / Gokhan Altay