Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me 2019-02-25 09:20:33 STENBOL – Saddetîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş ên 71 roj in li Girtîgeha Kandirayê di greva birçîbûnê de ne bang li gel kirin û gotin: “Ji zîndana mezin a li derve mil bidin milê me. Berxwedana me bikin berxwedana xwe.”  Saddetîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş ên 71 roj in li Girtîgeha Jimara 2’an a Kandirayê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Girtî bi daxuyaniyên xwe radigihînin ew di çalakiya xwe de xwedî biryara domandinê ne. Her sê girtiyan name şandin û bal kişandin ser armanca çalakiya xwe.    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN’    Girtiyan bi gotina “Derveyî rastiyê kes ji mirinê xerabtir dike” ya Ocalan nameya xwe nivîsandin û gotin: “Di şexsê Rêberê Apo de rastiyek tecrîdê heye ku dixwazin tecrîdê li ser gelê kurd, gelên Tirkiyeyê Rojhilata Navîn ferz bikin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de daxwaza azadiyê û têkoşîna gelan tasfiye bikin. Dixwazin xeta berxwedanê teslîm bigirin. Divê mirov polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê bibîne. Nedîtina vê ne mimkin e û derveyî rastiyê ye. ji ber vê yekê divê mirov nêzîkatiyek wiha qebûl neke. Em ê li dijî vê nêzîkatiya dijminane ku me tune dihesibîne ya em ê bi ser bikevin û ya em ê bi ser bikevin. Divê em bi vê şîarê tevger bikin.”    ‘YÊ VÊ GIYANÊ DAYE ME RÊBER APO YE’    Girtiyan di nameyê bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 110’emîn de û wiha domandin: “Hevala Leyla bû pêşenga me. Berxwedana wê xwedî wîjdan û rûmetê ye. Berxwedan û meşa herî bi bandor a li dijî vê rejîma faşîst e. Yê ku giyan, azadiyê dide me û hezkirina civakek rastî aşî dike Rêber Apo ye. Divê em li dora Rêber Apo bibin xelek û bi berxwedanê bersiva spartina teslîmgirtinê bidin. Heqîqet, jiyana azad, Rêbertî û evîna azadiyê xwedî girîngiya hurmetê ye.”    ‘AZADIYA WÎ JI NAN Û AVÊ GIRÎNGTIR E’    Girtiyan di nameyê de diyar kir ku azadiya Ocalan ji nan û avê girîngtir e û wiha gotin: “Çimkî îro faşîzm dixwaze bi dîlgirtina Rêber Apo û pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê pêl bi pêl li hemû qadên civakî belav kiriye. Gava ewil a pêkanîna aştî û azadiya civakî bi parçekirina pergala tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê pêkan e.”    ‘DERKETINA RAMANÊN JI ÎMRALIYÊ ASTENG DIKIN’    Girtiyan destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de 20 sal in li gelê kurd dîlgirtin û teslîmgitin tê ferzkirin û wiha pêde çûn: “Bi fizikî Rêber Apo xistine bin esarete, lê nikaribûne giyan û fikrên Rêber Apo dîl bigirin. Berevajî vê yekê 20 sal in Rêber Apo li gel derfetên kêm û şertên kêm jî bi qasî ku bi derziyê bîrê bikole fikir û felsefe afirandiye û bandora xwe li ser hemû herêmê û siyaseta cîhanê kiriye. Faşîzma TC û AKP-MHP’ê bi desteka hêzên hegomonîk ên navdewletî dixwaze ramanên Rêber Apo ku ji Îmraliyê derkevin asteng dike û bi gotina wan ji xwe re wek meseleya ‘bekayê’ dibînin û li dinêhirin. Lê divê bê zanîn ku dîrokî gelek caran şahidiyê kiriye ku kes nikare pêşiya ramanên heqîqetê bê girtin. Paradîgma Modernîteya Demokratîk a Rêberê Apo paradîgmayek serekeye ji bo hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn. Wê mirovahî bibe şahid ku kes nikare bikeve pêşiya Pergala Netew Demokratîk a ku dê bibe jiyan.”    ‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Girtiyan di dewama nameya xwe de wiha got: “Rêber Apo kesek bi tenê nîne. Li dijî wî pêkanînên derveyî ehlaqî û hiqûqê ku li tu devera cîhanê mînaka wê nîne pêk tê. Belê Rêber Apo ji bilî kesek bi tenêbûn wêdetir paradîgma û felsefe ye. Bi sekna xwe ya azadî, ehlaqî û polîtîk ji gelên bindest re bûye hêviya azadiyê û bûye remze û wîjdanek civakî ye. Ew bûye giyanek azadiyê. Ew bûye dermanê gelê hatiye bêdengkirin, dengên bindestan û êşên feryadan. Ev remza azadiyê û parazvanê gelê xwe êdî divê ne di din dîlgirtinê de be. Tecrîdkirin û îşkenceyek wiha li serê tê sepandin nayê qebûlkirin. Di salên dawî de îşkence jî li paş maye adeta ketine nava hewldanên Rêber Apo bi awayek zindî bişînin mirinê. Êrîşên wan vekirî ne ku qelsbûna wan nîşan dide.    LI ŞÛNA JIYANEK BÊHEQÎQET Û BÊEVÎN MIRINEK BI BERXWEDANÊ RÛMETTIR E   Em wek çalagerên li zîndanan beriya her tiştî dibin şervanên hestewar ên Rêber Apo û li dijî ferzkirinên teslîmgirtinê li ber xwe didin û em fêrî helwest girtina li dijî koletiyê û kirêtiyê bûn. Me beden û jiyana xwe danî holê û me li dijî vê împaratoriya derew, bêperwa, zilm û îşkenceyê helwesta xwe nîşan da. Ev helwesta şervaniya heqîqetê, kesayetiya azad û civaka azad e. Ev helwesta li dijî rastiyê nejiyîn an jî paratîka li gorî wezîfeya demê ye. Li şûna jiyanek bêserokatî, bêheqîqet û bêevîniyê be, sekna herî bi rûmet a bi berxwedana mirinê helwest nîşandayînê ya xwe li rûyê bêrûyan dide ye.    NAVÊ JIYANA ÎROYÎN RÊBER APO YE   Wek pêşeng Kemal Pîr got ‘Bi qasî oxira mirinê em ji jiyanê hez dikin.’ Em jî wek şopdarên wan dibêjin ku navê jiyana îro Rêber Apo ye. Em jiyanek bê wî qet qebûl nakin. Yên bêserokatî, bêrûmetiyê li me ferz dikin dibêjin; hûn nikarin me ji Serokatiya me û rûmeta me bikin. Hûn nikarin ruhê şoreşgerî yê Rêber Apo di me de daye afirandin hilweşînin. Dixwazin me jî bikin bêwîjdan û vê dîlgirtin û tecrîdê fêrî me bikin. Lê em qet fêrî vê dîlgirtin, tecrîdkirin û îşkenceyê nebûn û em ê nebin jî. Ev berxwedana me şahidiya vê yekê ya herî şênber e.”   ‘WERIN MIL BIDIN MILÊ BERXWEDANA ME’    Girtiyan di nameya xwe da zanîn ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin û wiha gotin: “Li derve zîndanek mezin hatiye çêkirin. Gelên me, heval û dostên me yên di nava vê zîndanê de ne werin em li govenda ku me li derdora Rêber Apo hûnadiye geş bikin. Werin di berxwedana ji bo Rêber Apo de mil bidin milê me. Werin berxwedana me bikin berxwedana xwe. Vê wezîfeyê tenê li ser milên malbatên girtiyan nehêlin. Berxwedan ji wezîfeyekê wêdetir mafek e û xwedî li vî mafê xwe derkevin. Dibe ku faşîzmek giran hebe. Lê divê dengek xurt li dijî vê faşîzmê bilind bibe. Di vê pêvajoyê de heke em dil û berxwedana xwe bikin yek em ê dawî li zextan bînin. Berxwedana me êdî gihîştiye merhaleyek pirr kirîtîk. Dibe ku her kêlî şehadet pêk werin. Ji ber vê yekê jî her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im û alîgirê demokrasî û azadiyê divê bêyî dereng bimînin çi tişta dikeve ser milê wan bikin. Êdî roj roja xwedî derketina Serokatiyê ye û roj roja berxwedana azadiya Serokatiyê ye. Divê em her qadê bikin qada berxwedana azadiya Rêbertiyê. Em bi biryar in û em ê teqez vê zîhniyeta tecrîdê ku li me ferz dikin bişkênin. Hêviyên me yên serkeftinê ji her demê bêtir xurttir in. Soza em ê layîqî Serokatiya xwe, şehîdên xwe, gelê xwe û hevrêyên xwe bimînin dubare dikin.”    MA / Sadiye Eser