Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan 2019-02-25 09:18:28 ÎZMÎR - Endama Rêxistina Jinan a Wekhev Tîlbe Akan, diyar kir ku ewê di 8’ê Adarê de krîza aborî, tundiya li dijî jinan, îstîsmara zarokan û nefeqe bikin rojeva xwe û li 4 bajaran dê dakevin qadan û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û bi hêzek mezin daxwazên xwe biqîrîn.” Li Tirkiyeyê, jin xwe amade dikin ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li dijî tundî, newekhevî, krîza aborî, tacîz û tecawizê dakevin qadan. Rêxistina Jinan a Wekhev a bi dirûşmeya “Wekheviya Civakî” di sala 2018’an de yekem car dest bi xebatan kir, îsal li Îzmîrê, xwe amade dike ku dakeve qadan. Endama Rêxistina Jinan a Wekhev Tîl be Akan, derbarê çalakiyên dê di 8’ê Adarê li dar bixin de axivî.    ‘EMÊ LI 4 BAJÊRAN DAKEVIN QADAN’   Akan, diyar ku di sala borî de ew li Stenbol û Enqerê daketin qadan û wiha got: “Em ê îsal di serî de li Îzmîrê û bajarên 8’ê Adarê lê bên pîrozkirin beşdarî çalakiyan bibin. Me ji Kovara Wekhev a Clara Zetkîn a di sala 1900’an de derxist feyz girt û dest bi xebatek wiha kir. Rêxistina me dê di 8’ê Adarê de li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Denîzlî beşdarî çalakiyan bibe.”     ‘EM Ê CIVÎNÊN DANASÎNÊ LI DAR BIXIN’   Akan, da zanîn ku li her devera cîhanê pirsgirêkên jin dijîn, dişibin hev û wiha bilêv kir: “Hemû jin amadekariyên greveke giştî dikin. Em feyzê ji jinên li her deverên cîhanê têdikoşin, jinên li Herêma Egeyê li dijî JES’an li ber xwe didin û kedkarên Flormar ên li mafê xwe digerin digirin. Em armanc dikin ku berî 8’ê Adarê civînek danasînê li Îzmîrê li dar bixin.”    JIN DAKEVIN QADAN     Akan, da zanîn ku ew hedef dikin ku îsal Roja Jinan li kolan pîroz bikin û wiha bilêv kir: “Ev dirûşmeya bingehîne. Mijara ku emê îsal di 8’ê Adarê de bigirin dest, bandora krîza aborî ya li ser keda jinane. Ji ber ku dest pêkê jin ji kar hatin avêtin û keda wan ji destên wan hat derxistin. Em li dijî tundî, newekhevî, krîza aborî, tacîz û tecawizê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”   Akan, di dawiya axaftina xwe bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan û bi hêzek mezin daxwazên xwe biqîrîn.”