Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da 2019-02-25 09:17:48 HATAY - Xwendekara jin a li Zanîngeha Mustafa Kemal (MKU) rastî êrîşa 3 kesên bi kêr hat, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê da. Xwendekara rastî êrîşê hat, diyar kir ku rastî gefên kuştinê hatiye û wiha got: "Hemû şahî û çalakiyan li me qedexe dikin. Em rastî gef, zext û astengiyan tên."  Di 22'ê sibatê de li Zanîngeha Mustafa Kemal (MKU) xwendekarek jin rastî êrîşa 3 kesên bi kêr hat. Xwendekara jin a rastî êrîşê û gefan hat serî li şaxa ÎHD'ê ya Hatayê da. Xwendekar, diyar kir ku di 22'ê Sibatê de 3 kesên betil (taxim) li wan bû, kêr lê kişandine û gefên kuştinê li wê xwarine. Xwendekar anî ziman ku wan piştî li zanîngehê bernameya “Krîza Aborî û buhabûna jiyanê" pêk anî, piştî ji zanîngehê derketin li derve rastî 3 kesên bi bedil û di destê wan de kêr hebû hat û wiha got: "3 kesan ez li derve rawestandim. Yekî kêr derxist. Yê din qirika min jidand û gef li min xwar. Neheqî û çêr li min kirin. Yê din jî got em we ji nêzîk ve dişopînin. Em dizanin hûn li kijan daîre û apartmanê dijîn. Em destûr nadin hûn li zanîngehê bijîn. Em ê we bikujin. Şikir bikin ku hûn heta vê yekşemê jiyane û gef li me xwarin. Min serî li Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê da. "    Xwendekarê din ku rastî gefan hat diyar kir ku zext û tundiya li ser xwendekarên muxalif zêde bûne û wiha got: "Em nikarin azad xwe îfade bikin. Dema em şahiyekê pêk tînin jî gef li me tên xwarin. Em rastî zext û tundiyê tên. Em ji aliyê Yekîneyên Taybet ên Ewlehiyê ve rastî astengiyan tên. Xwendekarên muxalif bi hevkarîya rektor di bin çavdêriya polîsan de rastî gefan tên. Dema me Fırat Yilmaz Çakiroglu bi bîr anî, li dijî me dirûşmeyên “Em li zanîngehê teröristan naxwazin" berz kirin. Kampus 3 salin di bin ablukayê de ye."    Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba jî anî ziman ku ji ber zextên li ser xwendekaran zêde ne, gelek xwendekar serî li wan didin û alîkariya hiqûqî dixwazin.  Akkaba, bang li rayedaran kir û xwest zext û tundiya li ser xwendekaran bi dawî bibe û wiha got: "Fikirandina cuda, vegotina fikirê, bertek nişandayîna fikrên cuda mafekî zagonî û hiqûqî ye. Divê ev bertek wekî gef neyê dîtin. Em di her şert û mercan de li cem xwendekaran in.    MA/Hamdullah Kesen