Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye 2019-02-25 09:17:08 STENBOL – Nevîn Gokçe ya 52 roj in di greva birçîbûnê de ye tecrîdê şiband Kerbelayê û got: “Bi tecrîdê dixwazin azadiya me desteser bikin. Azadiya me nefesa me ye. Lê bila viya baş dizanibin tu hêz nikare nefesa me bibire. Li dijî tecrîdê Leyla Guven jî wek lehenga Kerbelayê Zeyneba hemdem e.”  Nevîn Gokçe ya ji 5’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa L a Alanyaya Antalya ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de têkildarî çalakiya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand. Gokçe da zanîn ku ew biyarin dê çalakiya xwe dewam bikin û tecrîda li dijî mirovahiyê dê qet qebûl nekin.   ‘BÊAZADÎ EM NIKARIN NEFES HILDIN’    Gokçe diyar kir ku ev 20 sal in hişmendiyek ku bi berxwedanê hatiye afirandin heye û got: “Viya jî di vê pêvajoyê de hevala Leyla Guven da destpêkirin. Êdî em nikaribûn li dijî vî sûcî bêdeng bimînin. Tu hêz nikare me bênefes bihêle. Sepandina tecrîdê tê wateya azadiya me ji destê me bigirin. Em jîn bêyî azadiyê nikarin bijîn. Em bêazadî nikarin nefesê jî bistînin. Em bi hişmendiya beden, giyan û heqîqetê li derdora vê çalakiyê dibin xelek.”   ‘LEYLA GUVEN ZEYNEBA HEMDEM E’    Gokçe destnîşan kir ku yek ji lehengên Kerbelayê xwişka Hz. Huseyîn Zeynep e û wiha dirêjî da nameya xwe: “Zeynebê digirin û dibin Şamê. Ji Yezîd re serî natewîne. Li ser berteka gel tê berdan. Tevî hemû tehdît û êrîşan jî tiştên li Kerbelayê hatine serê wê her cihê diçê ji girseyan re dibêje. Yanî tişta bi sedsalan berê li Kerbelayê qewimiye em dizanibin ew jî bi saya Zeynebê ye. Li gorî min jî hevrê Leyla Guven, Zeyneba hemdem e. Wê jî li dijî tecrîdkirina mirovahiyê serî hilda û bi qêrîna xwe deng li dinyayê veda. Heqîqet bene me yê azadiyê ye. Em ê jî wek jinan vî benê azadiyê hembêz bikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê qet dest ji vî benê azadiyê bernedin. Ji bo azadiyê bedela her pêvajoyê heye. Bedela herî mezin jî li Îmraliyê hat dayîn û tê dayîn. Em vê yekê ji heqîqeta lî Îmraliyê hîn dibin.”    ‘TECRÎD WEK HALÊ KERBELAYÊ YE’    Gokçe anî ziman ku divê her kes bi her awayî xwedî li çalakiya Leyla Guven derkeve û got: “Heke em xwedî li daxwaza wê derkevin em dikarin wê bidin jiyîn. Daxwaza wê daxwaza me girtiyan e jî. Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Li pêşiya rakirina tariya tecrîdê rojên geş û xweş hene. Yanî halê tecrîdê halê Kerbelayê ye. Ev ên li Kerbela hatin qetilkirin giyana me ne. Me Mehmet Tunç û hevalên wî neda jiyîn, lê em dikarin hevrêya wî ya dilwêrek Leyla Guven bidin jiyîn. Ev destê we û me de ye. Heke îro em wezîfeya xwe pêk neynin dê dîrok tu demê me efû neke.”    MA / Ferhat Çelîk