'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’ 2019-02-25 09:16:28 STENBOL – Dayika Edîp Akyildiz ê ji 5 Çile ve di li Girtîgeha Sîlîvriyê di grevê de ye Sîmamperî Akyildiz got: “Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin.”  Ji bo dawî lêanîna tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li nêzî 62 girtîgehan bi ser 300 girtiyî re di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Girtî di çalakiya xwe bi biryardarin û malbatên wan jî diyar dikin ku li pişt daxwaza zarokên xwe ne.    Girtî Edîp Akyildiz ji 5’ê Çile ve li Girtîgeha Jimara 5’an a Sîlîvriyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Akyildiz Sîmamperî Akyildiz got lawê 2 sal e girtiye û 5 sal û 7 meh cezayê hepsê lê birîne.    ‘EM BI WAN SERBILIND IN’    Akyildiz da zanîn ku ew bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û got: “Kurê min ji me re dibêje ‘Em ji bo serokatiya xwe di greva birçîbûnê de ne. Li dijî tecrîdê me jî bedena xwe daye ber mirinê.’ Leyla Guven pêngavek dîrokî da destpêkirin. Leyla Guven mafdar e. Em hemû li pişt wê ne. Ez bi hemû çalakgeran serbilind im. Ew tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Em jî qebûl nakin. Çimkî hemû kurd tên tecrîdkirin. Êdî em dibêjin bes e bes e. Ev çawa wîjdan e ji vê re bêdeng dimînin. Hikumet bêdeng e. Hûn çawa rehet radikevin. 300 mirov birçî ne. Dema cîranê mirovekî birçî ne heta serê sibê ranekeve. Çawa ji birçîbûna 300 mirovî re bêdeng dimînin? Divê demildest tecrîdkirina Ocalan û girtiyan bê bidawîkirin.”    ‘CPT TU ÇIMA KERR Û LAL MAYÎ?’    Akyildiz bang li rayedarên Ewrûpî jî kir û got: “Ey CPT çima tu bêdeng dimînî? We guhê xwe bi pemboyan girtiye? We çima xwe kerr, kor û lal kiriye. Çav û guhê xwe vekin.”    Akyildiz anî ziman ku ew bi her awayî li pey zarokên xwe ne û got: “Pêwîst be em ê jî bikevin greva birçîbûnê. Em ê jî di rêya zarokên xwe û Leyla Guven de biçin.”    ‘EY ERDOGAN HELE BILA ZAROKÊN TE BIRÇÎ BIMÎNIN’    Akyildzi destnîşan kir ku heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk jî azad nabe û wiha got: “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Em dixwazin wî ewrê reş û tarî yê li ser Îmraliyê bê rakirin. Bila Serokatiya me berdin wê bibînin ku cîhan çiqas ronî ye. Ey Erdogan hele bila kurê te û keçek te bikevin greva birçîbûnê, ka em ê wê demê bibînin tu dinyayê dişewitînî an naşewitînî. Zarokên me jî însan in û giyana wan heye. Bedena xwe dane ber mirinê. Suleyman Soylu tu dibêjî ‘em ê koka kurdan bînin.’ Lê em jî dibêjin kes nikare koka kurdan bîne. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe bidin. Heta niha tu kesî kurdan neqedandiye. Em ê tecrîda li Îmraliyê bişkênin û faşîzma AKP-MHP’ê jî parçe bikin.”    MA / Sadiye Eser