Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike 2019-02-25 09:13:50   MÊRDÎN – Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Midyadê Osman Demîrcî diyar kir ku qeymeqamiyê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedaye ew buro vebikin û polîsan jî xwediyê buroyan tehdît kiriye.    Qeymeqamê Navçeya Midyada Mêrdînê Huseyîn Tekîn destûr nade Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) buroyên hilbijartina herêmî vebike. HDP’ê xwest 4 buroyan vebike lê destûr nehat dayîn. Buroyên HDP’ê xwest li Taxa Estelê 2 buroyan, li Taxên Sorizbah û Kindderibê vebike bi hêceta “ewlehiyê” vekirin hat qedexekirin.    Rêxistina HDP’ê ya Midyadê têkildarî rewşê çû Lîjneya Hilbijartina Navçeyê û Dozgeriya Midyadê û gilî kir.    ‘POLÎS Û ESKER XWEDIYÊ BUROYA N TEHDÎT DIKIN’    Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Midyadê Osman Demîrcî der barê mijarê de agahî da û got: “Li her devera buroyên me hatin qedexekirin lê ancak destûr dan partiyên din buroyan vebikin. Di navbera me de mîtroyek nîne ancak ji bo vekirina buroya me hêceta ewlehiyê nîşan dan. Me peyman bi xwediyê kargehan re pêk anî. Lê xwediyên buroyan ango kargehan tehdît kirin. Bi tehdîtkirinê dixwazin peyamana me bi wan re kiriye betal bikin. Xwediyên dikanan jî peymanê betal nekirin. Li navenda navçeyê polîs û li çolterê jî cenderme heval û hilbijêrên me tehdît dikin. Mixabin Qeymeqamê Midyadê wek serokê rêxistina AKP’ê yên navçeyan tevdigere. Ev yek pira eşkere didin nîşandan. Me giliyê xwe kir. Hêj bersiv nedane me. Em ê tevî hemû astengiyan jî xebata xwe dewam bikin.”   MA / Ahmet Kanbal