‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’ 2019-02-25 09:13:20 MÊRSÎN – Suat Ugur ê 41 roj e li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye ragihand ku rêveberiya girtîgehê ji bilî av û lîmonê tiştek nade wan û got: “Ew avê jî nedin me, em ê vê çalakiya xwe berdewam bikin.”    Li dehan girtîgehan bi boneya rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sedan girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bi hemû biryardariya xwe didome. Heta niha ji bo daxwaza girtiyan ji aliyê eniya hikumetê ve gavek jî nehatiye avêtin.    41 ROJ LI BER XWE DIDE    Ji van girtiyan yek jê jî Suat Ugur ê 28 salî ku ji 16’ê çile ve li Girtîgeha Jimara 3’an a Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye. Ugur di sala 2018’an de du meh mabû zanîngeha xwe beşa endezyariya ceryanê ji Zanîngeha Wanê xelas bike hat girtin. Bi hêceta parvekirinên medya civakî ku bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. Di danişîna ewil a dozê de 4 sal ceza li Ugur hat birîn û ev bû 41 roj e di greva birçîbûnê de ye.    ‘EW AVÊ JÎ NEDIN ME, EM Ê ÇALAKIYÊ DEWAM BIKIN’    Xwişka Ugur, Gurbet Tekîn ji bo girtiyan banga hestiyariyê kir. Tekîn da zanîn ku herî dawî ew di 15’ê Sibatê de bi birayê xxwe re hevdîtin pêk aniye û got: “Ji bilî av û lîmonê tu tişekî nadin girtiyan. Birayê got ‘Em bi rêveberiya girtîgehê re pirsgirêkên cidî dijîn. Rêveberiyê kantînê li me girtiye. Midurê girtîgehê ji kantînê re gotiye tiştekî nedin van girtiyan.’ Kantînvan jî gotin ‘tiştek ji destê me nayê. Îdareya girtîgehê ji me re dibêjin pêdiviyên wan nedin wan. Her tişt ji wan re qedexe ye.’ Em çalakiya xwe bi vexwarina av û lîmonê tenê didomînin. Qala van nêzîkatiyên rêveberiya girtîhê ji ÎHD’ê û çapemeniyê re bikin. Em ê heta dawiyê vê çalakiyê dewam bikin. Ew avê jî nedin me, em ê vê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin. Ew bi van pêkanînên xwe nikarin îradeya me bişkênin. Heke ew dixwazin bi vî awayî îradeya me bişkênin, xwe dixapînin.”   Tekîn da zanîn ku birayê wê gelek bi kelecan û kêfxweş e û got: “Em bi birayê min serbilind in. Em xwedî li çalakiya wan derdikevin. Divê êdî deng bidin vê çalakiyê. Divê hikumet demildest daxwaza girtyan bi bersivîne.”    MA / Ergîn Çaglar