Elewiyên Kakaî li Dersimê ne 2019-02-24 14:45:02 DERSIM - Elewiyên Kakaî yên Herêma Kurdistana Federe, ji bo zanînên xwe parve bikin hatin Dersimê, sazî û dezgehên Elewî ziyaret kirin.    Elewiyên Kakaî yên li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Federe dijîn, di çarçoveya bernameya heftiyekê de hatin Dersimê û hevditin kirin. Şandeya ji 15 kesan pêktê şevê din hat Dersimê. Hevserokên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Selda Guneş û Mûsa Kûlû, Pîr û dayikan şande pêşwazî kirin. Şandeyê derbarê baweriya Elewiyên Dersimê de li hevdû şêwirin.    Şande, di çarçoveya bernameyê de destpêkê çû Qada Seyît Riza û derbarê bûyerên di salên 1937-38’an de hatin jiyîn û Seyît Riza ji wan re hatin vegotin.    Elewiyên Kakaî derbarê serdanên xwe yên sazî û dezgehên Elewî yên li Tirkiyeyê agahî dan. Elewiyên Kakaî, di hevdîtinên kirin de, anîn ziman ku hemû Elewiyên cîhanê nas bikin û baweriya Rêya Heq a Elewiyan bidin jiyîn. Kakaiyan, diyar kirin ku ji bo vê baweriyê bidin jiyîn, ev gavek erêniye.   Şandeyê dûre Dayika Fatma ziyaret kirin, çira pêxistin û loqûm belav kirin. Di ziyaretê, bandora Dayika Fatma a li ser jinên Elewî û civaka Elewî hat vegotin. Şandeyê piştre Gola Çetû ziyaret kirin. Şande, dê di çarçoveya serdana îro de, biçe serdana Bavê Masûr û Ocaxa Agûçan.