Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim 2019-02-24 13:55:47   MÊRSÎN - Rojnameger û edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) Zehra Dogan ku 2 sal û mehek e girtî bû hat berdan. Zehra Dogan, di derketina girtigehê de got: "Ez li ku dibim bila bibim ezê her dem bi were bim û pîşeya xwe berdewam bikim."    Rojnameger û edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) Zehra Dogan ku ji ber li Navçeya Nisêbînê di serdema qedexeya derketina kolanan a 2016'an de nûçe çêkir û hat girtin, piştî 2 sal û mehekê li girtîgehê ma hat berdan. Edîtora JINHA a bi KHK'ê hat girtin û Rojnameger Zehra Dogan ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin, Ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hat berdan. Hempîşeyen Zehra Dogan ew li ber deriyê girtîgehê bi çîçekan peşwazî kir.    'DIVÊ DENG BIDIN ÇALAKGERÊN DI GREVÊ DE'   Zehra Dogan piştî hat berdan xwest li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyê bide. Lê destûr nedan ku Dogan daxuyaniyê bide. Dogan, diyar kir ku derketina wê ya ji girtîgehê her çend li aliyekî kêfxweş bike jî li aliyê din ji ber ku hevalên xwe li girtîgehê hiştine ew xemgîn e  û wiha got: "Niha li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dike. Rewşa wan her ku diçe xerabtir dibe. Divê demek berî demekê deng bidin dengê çalakgerên di grevê de yên di pêşengiya Leyla Guven de dest bi çalakiyê kirine. Divê dengê wan bêtir bê bilind kirin. Ez li ku  dibim bila bibim ezê her dem di nava we de bim. Ez dê pîşeyê xwe berdewam bikim." Dogan herî dawî silavên xwe ji hemû hempîşeyên xwe re şand.    Wênesaz û Rojnameger Zehra Dogan di 23'ê Tîrmeha 2016'an de li Mêrdînê hat binçavkirin û ji ber nûçeyên li Nisêbînê nivîsandibûn bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatibû girtin. Dogan nêzî 4.5 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mabû. Dogan di 9'ê Kanûna 2016'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat darizandin û di danişina yekem de hatibû berdan. Di danişina duyemîn de dadgehê 2 sal û 9 meh û 22 roj ceza li Dogan birîbû. Dogan di 2'ê Hezîrana 2017'an de hat girtin û Demekê li Girtigeha tîpa E ya Amede girtî ma. Piştre Sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê kirin.