Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin? 2019-02-24 11:30:59 MÊRDÎN - Ahmet Oncu bi kurê xwe Şahîn Oncu yê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye hevdîtin kir û diyar kir ku girtî nikarin bimeşin û got: "Em ê çiqasî din jî bêdeng bimînin?" Girtî Şahîn Oncu yê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ji 16'ê kanûna 2018'an ve ji bo lêdawîanîna tecrîdkirina Rêbêrê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Bavê Oncu, Ahmet Oncu bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî. Oncu der barê tenduristî û çalakiya kurê xwe de axivî û got ew çalakiya hemû girtiyan silav dikin. Oncu da zanîn ku girtî bi alîkariya gardiyanan hatine hevdîtinê û got: "Em berê xwe bidin wan. Rewşa wan krîtîk e û ne baş e. Herî zêde mirov dikare bêje ku 15 rojên din dikarin li ber xwe bidin. Ne dikarin li roniyê binêrin û ne jî dikarin bimeşin."    'EM Ê HETA KENGÊ BÊDENG BIMÎNIN'    Oncu destnîşan kir ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê her kesê xwedî ehlaq û wîjdan li girtiyan xwedî derkevin û got: "Em ê heta kengê bêdeng bimînin. Roj ne roja rûniştandinê ye. Roj roja xwedî derketina zarokên me ye. Canek jî can e. Em bêdeng nemînin. Îro dora me ye dibe sibê dora hinek din be. Nebêjin 'wê tev li me jî nebin.' Bikevin tevgerê."    'DAXWAZA WAN QEBÛL BIKIN'    Oncu anî ziman ku daxwaza zarokên wan daxwazên mirvî ne û wiha got: "Ez bang li Wezîrê Dadê dikim, bila gav biavêje. Zarokên me di nava çar dîwaran de ne. Em pêkanînên li ser zarokên xwe qebûl nakin. Tişta zarokên me dixwazin ne tiştek ku nayê qebûlkirin. Daxwaza nêzîkatiyek bi ehlaqî daxwaz dikin. Dixwazin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Pêkanîna vê yek ewqas jî zor e gelo? Tenê dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin. Em li gel zarokên xwe ne. Em berxwedana wan silav dikin. Em silavên xwe ji Leyla Guven re jî dişînin. Doza wan doza me ye."    MA / Ahmet Kanbal