Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin 2019-02-24 11:29:48 RIHA - Li navçeya Serekaniyê zaroka bi navê E.A. ku rastî îstîsmarê hat, li midûriyeta polîsan îfade da. E. A. di îfadeya xwe de diyar kir ku bi awayekî sîstematîk rastî îstîsmarê hatiye û li navçeyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatine.  Li naveya Serêkaniyê ya Rihayê zaroka 14 salî E. A. di 21'ê  Sibatê re rastî îstîsmara zayendî hatibû. Piştî bûyer derket holê, 5 kes hatin girtin. Piştî Ajansa me Mezopotamya (MA) li Navçeyê nûçe çêkir û aşkere kir ku li dibistanê li gel  E.  zaroka B. Y. jî rastî istismarê hatiye, lê ser bûyerê hatiye bincilkirin, MA'yê xwe gîhand îfadeya  E.A. ku di bin kontrola derunînas de li Miduriyeta Polîsan daye. E.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku zaroka 10 salî rastî îstîsmara kalê 60 salî H.î hatiye. E. A., di îfadeyê de anî ziman ku 4 salan bi awayekî sîstemadîk rastî îstîsmara kalê 65 salî F.Ç.,li pastaxaneya navenda sûkê rastî îstîsmara xebatkarê pastaxaneyê M.Y yê 30 salî, rastî îstîsmara dikandare 30 salî İ.E., manav M. hatiye.    E.A. da zanîn ku yek ji kesê îstîsmara zayendi kiriye jî endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP'î F.O. ye. F.O., piştî Şaredarê Serêkaniyê yê AKP'î  Menderes Atilla di hilbijartina 31'ê Adarê de ji Partiya  Demokrat bû namzet, bû 1'emîn namzetê meclîsa partiyê. E.A. dîsa diyar kir ku rastî gefên dikandarê kezeban E. jî hatiye.    ZAROKÊN DIN JÎ RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATINE!    E.A., di îfadeyê de diyar kir ku di Cotmeha 2018'an de îfade daye Navenda Şopandina Zarokan (ÇİM) û ew êfadeya berê dubare kiriye. E.A, di îfadeya xwe de anî ziman ku H.Î, ji wê xwest ku hevala xwe ya dibistanê B.Y. bîne cem wî û wiha got: "Ji ber B.Y. jî rastî îstîsmarê hat, hat parastin. H.Î. xwest îstîsmara hevala wê ya dibistanê E.K jî bike. lê E.K. bertek nîşani wê dabû û asteng kiribû. Piştî E.A îfade da polîsan, Baroya Rihayê jî bû mudahîlê dozê. Li ser vê yekê polîsan li navçeyê 6 kes binçav kirin. Piştî 6 kes hatin binçavkirin, E., bi şertê kontrola edlî hat berdan û H.Î., F.Ç., F.O., M.Y. û Î.E. bi sûcdariyê "îstîsmara li dijî zarokan" û "bi zorê desteser kirin û şantaj"  hatin girtin.