Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin 2019-02-24 09:36:32   STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tekirdag, Medenî Soylemez, ji ber ku li ser grevên birçîbûnê bi birayê xwe yê weke wî girtî re axivî, lêpirsîna disîplînê derbarê wî de hat vekirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tekirdag, derbarê Medenî Soylemez de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.  Miduriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tekîrdagê, bi hinceta Soylemez, bi birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirma tê girtin Înan Soylemez re li ser telefonê grevên birçîbûnê axiviyê lêpirsîn derbarê wî de da dest pê kirin.    Her du birayên di 19’ê Sibatê de, bi telefonê bi hevre hevdîtin kirin, li ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li girtîgehan berdewam dikin de sohbet kiribûn.    Sohbeta di navbera her du birayan de derbas bû wiha ye:    "Înan Soylemez: Heval çawanin?   Medenî Soylemez: Hemû başin, moralê wan jî başe.  ...   Înan Soylemez: Hûn neketin bêdemiye, ne wisan? Heçko T-2 ketiye.    Medenî Soylemez: Belê T-1 neketiyê, T-2 ketiyê.   Înan Soylemez: Gelo ya durveger berdewam dike?   Medenî Soylemez: Raste, dewam dike."   Hat diyar kirin ku di dema axaftina her du birayan berdewan dikir de, rayedarên girtîgehê hevdîtin biriye. Ji ber vê axaftina her du birayan derbarê Medenî Soylemez de lêpirsîna dîsîplînê hat kirin. Rayedarên girtîgehê, îdîa kirin ku her du birayên di girtîgehên cuda dimînin, li ser “Agahdar kirina dinava rêxistinê de” axivîne û ji bo Medenî Soylemez parastina nivîskî bike, 3 roj dem hat dayîn.    MA / Yasîn Kobulan