HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye 2019-02-23 15:57:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê bi nêzikbûna hilbijartina Rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê re lez dan xebatên hilbijartinê. HDP li aliyekî buroyên hilbijartinê vedike û li aliyê din ziyareta gel û esnafan berdewam dike. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu di vekirina buroya hilbijartinê ya Sîweregê de got: "Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Ji bo aştiyek bi rûmet divê tecrîd bi dawî bibe."    Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan ên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê li gelek bajar û navçeyan berdewam dike. HDP'ê lez dan xebatên xwe. Li aliyekî buroyê hilbijartinê vedikin, li aliyê din gel û esnafan ziyaret dikin. Endam û rêveberên HDP'ê yên di vekirina buroyan de hatin cem hev xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan bi dawi bibe û daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de pêk bê. Di vekirina buroyê de anîn ziman ku daxwaza Leyla Guven daxwaza milyonan e.    RIHA    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Sîweregê ya Rihayê xebatên hilbijartinê bi lez û bez berdewam dike. Jinan li Sîweregê yekem buroya jinan vekir. Di vekirina buroyê de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Namzetên Hevşaredariyê yên Sîweregê Turan Tuysuz û Emine Çetiner, dayika Îbrahîm Ayhan ê di 20'ê Îlona 2018'an de li Hewlerê jiyanaxwe ji dest da, Zekiye Ayhan û gelek kesên din amade bûn. HDP'ê buro di bin dorpêça polisan de vekir. Dayika Îbrahîm Ayhan Zekiye Ayhan û jinan buroya hilbijartinê vekir. Li vir Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu di vekirina buroya hilbijartinê ya Sîweregê de got: "Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Leyla Guven 108 rojin li dijî terîdê di greva birçîbûnê de ye. Li girtîgehan, Hewler, Bakurê Sûriye, Ewropa bi sedan mirov li dijî tecrîda Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Divê demek berî demekê malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Tu tişt ji rewatiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re rewatir tune ye. Piştî tecrîda li ser Birêz Ocalan, li ser aştiya Tirkiye jî tecrîd pêş ket. Ji bo aştiyek bi rûmet divê berî her tiştî tecrîdkirina Birêz Ocalan  bi dawî bibe. Daxwazên Leyla daxwazên me ne." Jinan di vekirina buroyê de bê navber dirdûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Siverek Ya Me Ye" berz kirin û govend gerandin.    ERZIROM    Rêxistina HDP'ê ya Qereyazî û Karaçobanê jî namzetên xwe bi gel dan naskirin û buroyên hilbijartinê vekirin. Di bernameya vekirina buroyê de Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya  Bajarê Mezin a Erziromê Bariş Kemaloglu, Namzetên Hevşaredariya Qereyazî Melike Goksu û Burhanettin Şahin, namzetên Hevşaredariya  Tekmanê Muzayir Karakuş û Yasen Çelik, Hevserokê HDP'ê yê Erziromê Muammer Duman û endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kesên din tev li xebatên hilbijartinê bûn. Namzetên HDP'e yên Hevşaredariyan li ber avahiya HDP'ê ya Qereyazî kom b3un û heta buroya hilbijartinê ya Dortyolê meşiyan. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Erziromê Bariş Kemaloglu, çalakiya Leyla Guven û girtiyên zindanan ên li girtîgehan di grevê de ne silav kir û wiha got: “Şaredarî ya gel in. Ya Me Ye, Qerêyazî Ya Me Ye"      KONYA    Rêxistina HDP'ê ya Cihanbeylî ya Konya jî buroya hilbijartinê vekir. Namzetên HDP'ê yên Cîhanbeylî, Serap Kaya û Mehmet Yalçin û gelek endam û rêvberên HDP'ê tev li vekirina buroyên bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dilan Taşdemir, Parlamenterê HDP'ê ya Şirnexê Huseyin Kaçmaz û rêveberên HDP’ê tev li vekirina buroyê bûn. Kaya, diyar kir ku ew dê xizmeta wekhev  bînin û temsiliyeta wekhev pêş bixin.    'GUVEN DAXWAZA DEMOKRASIYÊ DIKE   Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemîr jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Leyla Guven ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketiye greva birçîbûnê. Guven hem li derve û hem li hundir li gel hemû astengiyan têkoşîna xwe û greva birçîbûnê berdewam dike. “Li gel Leyla Guven bi sedan hevalên me yên li girtîgehan di çalakiya grevê de ne. Leyla Guven ne ji bo xwe ji bo aştiya Tirkiye di grevê de ye. Leyla Guven dixwaze ev zalim dawî li vê bê hiqûqîyê bînin. Leyla Guven ji bo demokrasiye bedena xwe danîye holê. Ji bo me tevan aştî, demokrasî û hiqûqê dixwaze. Ji bo vê yekê jî dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Em jî ji bo daxwazên Leyla pêk bê li pişt daxwazên Leyla ne. Heta dawî emê bi hevre têbikoşin."    ŞIRNEX    Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê didomin. Îro HDP'ê serdana esnafên Navçeya Cizîrê ya Şirnexê kir. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu, Rêveberên Navçeyê yên DBP'ê jî beşdarî serdana esnafan bû.  Gelê Cizîrê namzetên hevserokatiyê ya şaredariyê yê HDP'ê bi coş pêşwazî kir. Girseya ku serdana esnafan kir bi eleqeyek mezin rû bi rû man. Esnafan daxwaza serkeftinê ji bo namzetan kir.  Gel namzetan û girseya ku hat serdana wan bi tililîyan pêşwazî kir. Tevî Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên HDP'ê heyetek çê serdana malbatan jî.    WAN    Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gund ziyaret kirin. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci, namzetên Tuşba  Ayşe Minaz û Yilmaz Berkî jî di navde girseyek mezin gundên Hidir, Kom, Zorewa Axceoren û gelek gundên din ziyaret kir. Heyeta HDP'ê û namzetên hevşaredariyan ji ailyê gundiyan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Gundiyan bi dirûşme û tilîlîyan HDP'î pêşwazî kirin. Coş û kelecana zarokên ku bi dirûşmeyan HDP pêxwazî kir bêtir bal kişand ser xwe. Di ziyareta gundan de Namzetê hevşaredarê Tuşba Yilmaz Berkî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Ji bo dawî li kriza Tirkiye bê divê berî her tiştî tecrida li Îmraliyê bi dawî bibe. Em dê bi gel re xizmeta navçeye bikin. Êdî dê li Tuşba şopa AKP'ê jî nemîne.    Namzeta Hevşaredariya Tuşba Ayşe Minaz jî anî ziman ku bê heq û bê hiqûq qeyûm tayîni şaredariyê kirine û wiha got: "Ji ber ku şaredariyen me xizmeta gel kirin qeyûm tayîn kirin. Bifikirin Şaredarê me Bekir Kaya li ser daxwaza gel pir ava kir û îro ji ber avakirina pirê tê darizandin. Lê çi dibe bila bibe em dê li gorî daxwazên gel xizmetê pêş bixin.    Namzete Hevşaredariya Bajarê Mezin Mustafa Avci jî anî ziman ku ne ji bo deng ji gel bixwazin hatine û wiha got: "Em ji bo li daxwaz û pirsgireken gel guhdar bikin em hatine we ziyaret bikin."