‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’ 2019-02-23 15:02:21 STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 361’emîn de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Bayram ê 71 salî û hat xwestin ku Bayram bê berdan.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 361’emîn de li dar bixe. Polîsan destûr neda çalakiyê û li ser vê yekê parêzvanên mafên mirova li ber avahiya ÎHD’ê ya Taksîmê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hat hildan û pankartên “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiya vê heftê de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşîna dil, pençeşêr, gurçik, şekir û tansiynoan bilind Mehmet Bayram ê 71 salî.    ‘DU CARAN KRÎZA DIL DERBAS KIR’   Endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî da çapemeniyê. Acettîn, diyar kir ku girtiyê nexweş Bayram di sala 2017’an de hat girtin û wiha axivî: “Bayram carekê dibin çavan de û carek din jî li Girtîgeha Bandirma 2 caran krîza dil derbas kkir. Ji ber nexweşiya şeker gurçikên Bayram ber bi îflasbûnê ne. Laşê  wî diwerime û talokeya jiyana wî berdewam dike.”     ‘NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ YE’    Acettîn, anî ziman ku Bayram ji ber nexweşiya pençeşêre li Nexweşxaneya Zanîngaha Gazî ya Enqerê hat emeliyatkirin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku carek din ûr xwe dubare neke, divê di 6 mehan carekê b3e kontrolkirin. Lê li girtîgehê ev kontrolên wî nayên kirin. Dîsan Bayram ev 20 salin nexweşiya wî ya şekir heye. Ji ber nexweşiya şekir pirsgirêkên gurçik, çav û dil dijî.”   ‘DIVÊ BÊ DERMANKIRIN’   Acettîn, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Dermanên însulîn û cîhazê pîvandina  şekir ên Bayrma nayin dayîn. Dîsan raporên cerahên mejî dayîn Bayram hene. Rîska jiyanê ya Bayram pir zêdeye.  Em weke parazvanên mafên mirovan û komîsyoan girtîgehan, dixwazin ku Mehmet Bayram û di şexsê wî de hemû girtî bên derman kirin û astengiyên li ser tedawiya girtiyan bên rakirin. Dîsan em dixwazin hemû ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin û bên berdan.”   Piştî daxuyaniyê, çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.