Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn 2019-02-23 14:21:36   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, di çalakiya vê hefteyê de  aqûbeta rêveberên ÎHD'ê yên Xerpêtê Metin Can û Doktor Hasan Kaya ku di sala 1993'an de hatin windakirin pirsîn.    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan di hefteya 470'yan de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, parazvanên mafên mirovan û Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Zafer Încîn amade bû. ÎHD'ê û Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta sazumankarên Şaxa ÎHD'ê ya Xerpêtê Metin Can û Doktor Hasan Kaya ku hatin revandin û careke din agahî j wan nehat girtin pirsîn.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê sazumankarê ÎHD'ê Sacide Çekmeci ku di 15'ê Sibata 2018'an de jiyana xwe ji dest da û Dayika Şemiyê Dayika Berfo Kirbayir ku di 21'e Sibata 2013'an de ji yana xwe ji dest da bibîr anî û aqûbeta windayan pirsî. Prz. Încin, diyar kir ku di 21'ê Sibata 1993’an de li Xerpêtê rêveber û sazumankarê ÎHD'ê yên Xerpêtê Prz. Metin Can û Doktor Hasan Kaya ji aliyê kontrgerilla ve hatin revandin û carek din agahî ji wan nehat girtin.  Încîn, anî ziman ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) a 28'e Adara 2000'an, Can û Kaya demekê rastî gefan hatine û ji aliyê polîsan ve hatine şopandin.    Prz. Încîn, da zanîn ku di 20'ê Sibata 1993’an de 2 kes hatine apartmana ku Metin Can lê dijî pirsa Can ji cîranan pirsîne û wiha got: "Di heman şervê de kesek bi telefonê li Can geriya û xwest hev bibînin. Roja din Metin Can li kahweyekê hev dîtin. Jêre gotin endamekî PKK'ê yê birîndar heye û ew birin. Piştî Metin Can û Hasan Kaya bi armanca mirovê birîndar derman bike çû carek din nehat malê. Şeva 22'ê Sibatê kesek bi telefonê li hevjîna Metin geriya û got: "Metin û Hasan hatin kuştin. Fatma Can, piştre bi rêveberê ÎHD'ê yê Xerpêtê Şerafettin Ozcan re serî li midûriyeta polîsan û dozgeriyê dan. Diyar kirin ku Metin Can û Hasan Kaya hatine windakirin. Serî li walîtiya Xerpêtê dan. Çûn Enqere û bi wezîrê karên hundir re hevdîtin pêk anîn."     HEFTEYEK ŞÛNDE RASTÎ CENAZEYAN HATIN   Prz. Încîn, da zanîn ku di 27'ê Sibata 1993’an de li 12 kilometre nêzî pira Dinarê rastî 2 cenazeyan hatin û hat diyar kirin ku cenaze yên Hasan Kaya û Metin Can e û wiha bi dawî kir: "Li gori Rapora otopsiyê ya Nexweşxaneya Dersimê hat diyar kirin ku destê wan li paş wan girêdaye û ew kuştine. Di 8'ê adara 1993’an de hevjîna Metin Fatma Can, serî li Serdozgeriya Komarê ya Xerpêtê da û diyar kir ku beriya hevjînê wê bê kuştin ji aliyê polîsan ve rastî gefan hatiye, lê encam derneket.