7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin 2019-02-23 10:30:45   STENBOL - 7 parêzerên ku ji bo hempîşeyên xwe yên di greva birçîbûnê de fenerên daxwazê firandin hatin binçavkirin. Parezer dema hatin binçavkirin rasti îşkenceyê hatin.    7 parêzerên ku ji bo piştgiriyê bidin Serokê Giştî ya Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi KHK'ê hat girtin Selçuk Kozagaçlî â 4 parêzerên li dijî bê hiqûqiyê ketine greva birçîbûnê li Beşiktaş a Stenbolê fenerên daxwazê firandin. 7 parêzerên ÇHD û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB), ji ailyê polîsan ve hatin binçavkirin. Prz. Canan Gozcu, Yaprak Turkmen, Ayşegul Çagatay û Seda Şaraldi piştî hatin binçavkirin ew birin Qereqolên polîsan. Hat doiyar kirin ku dê der barê 7 parêzeran de bi îdîaya "propaganda rêxistine" û “Li dijî xala 2911'an tev geriya ne" bên darizandin.