Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin 2019-02-23 09:04:41   COLEMÊRG - Geveriyan, destnîşan kir ku 3 sal in ew di nav heriyê de ne û heta niha qeyûm tu xizmet nekiriye. Geveriyan got: "Em ê dengê xwe nedin kesên ku ji bo me xizmet nekiriye."  Geveriyên ku 3 sal in di nav heriyê de hatine hiştin, destnîşan kirin ku ew ê di 31'ê Adarê de bersiva xwe bidin. Welatiyan, anî ziman ku 3 sal in şaredarî di dest qeyûm de ye lê belê tu tişt nehatiye kirin û gotin: "Wê çi rûyî doza dengan bikin? Em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin kesên ev herî layiqî me dîtine."    ‘DOZA DENGAN NEKIN'    Hamît Akkoç, diyar kir ku havîna ji ber tozê û zivistanê jî ji ber heriyê ew nikarin di kuçe û kolanan de derbas bibin û got: "Tu dibê qey bi mexsûs nakin. 3 sal in halê rêyan ev e. Li navçeyê zêdetirî sed hezar kes heye. Çi heqê wan heye kuw isa dikin. Wê ev kes bi kîjan rûyî doza dengan bikin? Havînê ji ber toz û duxanê em nexweş dikevin, zivsitanê jî em ji be rheriyê nikarin tiştekî bikin." Naîm Karay jî, destnîşan kir ku ji ber rêyên navçeyê xerabe ne hema bêje mehê 3 caran wesayîta xwe tamîr dike û got: "Ev ne heqê vî gelî ye. Em ê di hilbijartinê de bersiva xw ebidin. Qethiyen bila neyên doza dengan nekin."    RÊYA DEH DEQÎQEYÎ 30 DEQÎQEYÎ DEWAM DIKE    Ajovan Recep Keyî jî, anî ziman ku ji ber rê xerabe ne rêya 10 deqîqeyî 30 deqîqeyî dewam dike û got: "Em mecbûr in di van rêyan de hêdî herin. Divê êdî bêçareserkirin. Bila hev hilbijartin bibe hilbijartina xelasiya ji toz û heriyê. Jixwe şaredarî ji bo xizmetê hene. Lê belê va hûn dibînin her der herî û kort in. Di biharê de jî heman tişt e. Min wesayîtên xwe yên serwîsê nû kirbûn, lê niha nayên bikaranîn. Em ê di 31'ê Adarê de bersiva kesên ku herî û tozê layiqê me dibînin bidin."    ‘XIZMET TUNE BE, DENG JÎ TUNE YE'    Muhyettîn Atsiz jî destnîşan kir ku bi navê avaniya binerd tiştek nemaye û wexta çêdikin rêya wisa dihêlin çênakin. Atsiz got: "Ji dêvla micirê axê dirijînin. Em perîşan bûne. Tu xizmet nayê kirin. Halbûkî xizmet heqê vî gelî ye. Ger xizmet tune be deng jî tune ne. Divê şaredarê bê hilbijartin xizmetê bike."    Umît Îşozu jî got: "Em ne qeyûman kesên me ew hilbijartine dixwazin. Gel ji qeyûman nerazî ye. Ji taxekê heta em diçin taxeke din em perîşan dibin."