Înîsiyatîfa Bila Tecrîd Rabe Leyla Guven ziyaret kir 2019-02-22 16:36:45   AMED - Heyetek Hevberdevkê HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu di nav de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ziyaret kirin. Piştî serdanê Koçyigît axivî û got: "Em li cem Leyla Guven bisekinin û dengê wê bilind bikin."    Endamên Înîsiyatîfa Leyla Guven Mafder e Divê Tecrîd Rabe ku ji hin partiyên çepgir pêk tê wek şandeyekê hatin Amedê û serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a 107 roj in li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye kirin. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu û nûnerên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Hewldana 78’'an û Partiya Kedê (EMEP) di heyetê de cih girtin. Şande çû mala Guven li navçeya Rezana Amedê û piştî serdanê xwest li ber deriyê avahiyê daxuyanî bide lê polîsan daxuyaniyê asteng kir.    DORPÊÇÊ BERFIREHTIR KIRIN    Polîsan dorpêçkirina derdora mala Guven berfirehtir kir û maşîneyên zirxî û polîsên çevîk di hewşa sîteya mala Guven de bicih kir.    Endamên heyetê û polîsan demek dirêj nîqaş kirin. Koçyigît tevî hemû astengiyan jî rojnamegeran re axivî.    ‘BI ZEHMETÎ DIAXIVE'    Koçyigît li ser navê Înîsiyatîfê axivî û diyar kir ku Leyla Guven gelek westiyayî xuya dikir û bi zehmetî diaxivî. Koçyigît di axaftina xwe de wiha got: "Ev welat bi pêkanînên 12'ê Îlonê tê birêvebirin. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin û welat demokratîk bibe ev çalakî hat destpêkirin. Leylayê got ziyaret û peyamên ji bo wê tên dayîn wê bextewar û bi hêvî dike. Her wiha got dê bi hêsanî nemire û ev berxwedan dê bi tacîdarkirinê bigihîje serkeftinê. Em carek din wek Înîsiyatîfê bang li hemwlatiyan dikin. Em li cem Leyla Guven bin û bibin dengê wê û dengê wê ragihînin."    'EM NAXWAZIN DARBEST DERKEVIN'    Koçyigît ji bo Leyla Guven bang li Wezîrên Edalet û Karê Hundir jî kir û wiha got: "Li gorî yasayên xwe tevbigerin û tecrîdkirina birêz Ocalan û girtiyên siyasî rakin. Li hemû girtîgehan greva birçîbûnê belav bûye û em pêvajoyek darbest ji girtîgehan derkevin naxwazin. Heke tecrîd ranebe û ev çalakî dewam bikin dê welat hin bêtir ber bi tarîtiyê ve biçe. Jiyankirin û jiyandin armanca me ya bingehîn e. Lê divê ev jiyan jî jiyanek bi rûmet be."    Piştî daxuyaniyê endamên şandeyê ji ber mala Guven veqetiyan.