Di danişîna doza Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletî de kes nehat berdan 2019-02-22 16:12:35   MELETÎ - Danişîna doza Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglu, Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Ozcan Agdaş û Hevseroka DBP'ê yê Meletiyê Nermîn Tuncel ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" girtî dihatin darizandin hat ditin. Di danişînê de kes nehat berdan.    Di 27'ê Mijdara 2018'an de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û gelek kes hatibun binçavkirin. Di operasyonê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Meletiyê yê berê Ozcan Agdaş, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nermin Tuncel, û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglu, Serokê HDP'ê yê navçeya Battalgazî Ahmet Aksu, Hevserokê HDP'ê yê  Yeşilyurtê Aziz Doğan, Rêveberê HDP'ê Hasan Karvar û endamên partiya Ahmet Turan Sertkaya hatibûn girtin û doz li wan hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat ditin. Di danişînê de heyetê biryara berdewama girtinê da û doz taloq kir.    Piştî danişinê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da û wiha got: "Kesên demek dirêj e parazvanên mafên mirovan dikin tên darizandin. Dixwazin bi ve yekê tekoşina mafên mirovan cuda nîşan bidin. Bandora brokrasiyê ya li ser darazê pir zêde ye. Em hêvî dikin ku dest ji van şaşiyên xwe berdin û daraz serbixwe be."