'Em ê qeyûman di sindoqan de veşêrin' 2019-02-22 15:27:01   NAVENDA NÛÇEYA - Parlementera HDP’ê Semra Guzel, diyar kir ku ewê di hilbijartina herêmî de qeyûman di sindoqan de veşêrin û got: “Bajar ên me ne. Kolan û koçe yên me ne.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlîbûnên namzetên hevşaredariyan di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, gelek şahî û çalakî li dar xistin.    AMED    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hezro, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de, buroya hilbijartinê vekir. Wekîla HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, namzetên Hevşaredartiya Hezro Gulîstan Ektî û Ahmet Çevîk û bi dehan welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzetên hevşaredariyê yên bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin, çûn serdana dikandarên bazarê. HDP’î dûre, buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Şehîtlîkê ya Taxa Camî vekirin.    'BERXXWEDANA ME HEMÛYANE'    Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, di vekirina buroyê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, îro bi sedan kes ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Ev berxwedan, berxwedana me hemûyane. Em bi vê berxwedanê, di hilbijartina herêmî de bersive mezin bidin qeyûman. Emê di 31’ê Adarê de qeyûman di sindoqan de veşêrin. Bajar ên me ne. Kolan û koçe yên me ne. Amed a me ye û berxwedan a me ye.”    Piştî vekirina buroyê guvend hat gerandin.   AGIRΠ   Namzetên Hevşaredartiya HDP’ê yên Panosê Muşerref Geçen û Emrah Kiliç jî bi gel re hatin gelhev. Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, namzetên Hevşaredartiya HDP’ê yên Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan û bi sedan kes beşdarî hevdîtina gel bûn.  Wekîla HDP’ê Dîlan Dîrayet  Taşdemîr, di hevdîtina gel de axivî û ev tişt gotin: “Em çi demê tên Panosê, em dizanin Panos li gel me ye. Ligel girtin, binçavkirin û faşîzma zêde ya heyî jî, Panosê tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û xwedî vîna xwe derket. Ev jî biryardariya me nîşan dide. Em spasiyên xwe pêşkêşî we dikin. Em çûn Bazîdê, Giyadinê û Avkevirê me ji wan re jî got, hevşaredarên me ne tenê namzetên wene, di heman demê zarokên we ne jî.”   Taşdemîr, di dawiya axaftina xwe de, got: “Emê di 31’ê Adarê de, hişmendiya ku peykerê Ehmedê Xanî parçe parçe kir û tabelayên Kurdî rakirin paşve bişînin cihên wan.”