Ahmet Turk: Em ê kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin 2019-02-22 14:45:04 MÊRDÎN - Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Mehsertê axivî û got: "Em ê hemû kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin û ji gel re parve bikin."  Yek ji navendên ku herî zêde HDP xebatên hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê lez dayê jî Mêrdîn e. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag îro li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê bûn û navçeyê ziyaret kirin. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Mehsertê Turkan Bakir û Cuma Tugay û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk jî li gel Turk û Altindag bûn. Namzet di têketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin û bi karwanê wesayîtan derbasî navenda navçeyê bûn û tûrek geriyan. Beriya ziyaretê polîsan maşîneyên zirxî li gelek cihan bicihkirin. HDP'iyan esnaf û gel silav kirin. Namzet ji aliyê gel ve bi kêfxweşî û coşek mezin hatin pêşwazîkirin û piştî serdanê derbasî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Girseya li vir namzetan bi çepikan pêşwazî kir.    ‘EM Ê ŞAREDARIYÊ BIKIN XIZMETA GEL'    Namzeta Hevşaredariya Mehsertê Turkan Bakir xîtabî gel kir û got: "Em destkeftiyên xwe bistînin. Em ê carek din şaredariyê bixin xizmeta gelê xwe." Namzetê Hevşaredariyê yê din Cuma Tugay jî da zanîn ku ew ê şaredariyê carek din bixin xizmeta gel û ew û ji bo pirsgirêkên navçeyê û gundan çareser bikin dê hemû bi hev re seferber bibin.    TURK: EM Ê KIRINÊN WAN EŞKERE BIKIN    Pişt re Ahmet Turk axivî û destnîşan kir ku 31'ê Adarê tenê ne hilbijartin e di heman demê ji bo pêkanîna azadî, aştî û demokrasiyê de jî ezmûnek e û got: "Tirkiye bi destê AKP'ê ber bi welatek bêhiqûq û edalet ve çû. Azadî hatiye tunekirin û polîtîkaya zilmê tê birêvebirin û kirin e rêgezek welat. Kes vê zilm û zordestiyê heq nake. Em hemû bira ne. Em hemû bi hev re li ser vê axê dijîn. Em neçarin ku zilmê ji holê rakin. Îpotek danîne ser îradeya gel. Şaredariyên me bi destên qeyûman hatine dagirkirin. Em kirinên qeyûman deşîfre bikin. Em ê hemû kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin û ji gel re parve bikin. Hêj wê di bin wan de çi derkeve û çi dernekeve. Em soz didin we em ê hemû kirinên wan qirêj eşkere bikin. Em ê hemû îhaleyên wan rantxwirî nîşanî we bidin."    'JI BO AZADIYÊ BEDENA XWE DAYE BER MIRINÊ'   Turk bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got: "Birêz Leyla Guven ji bo azadî û demokrasiya welat û ji bo rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan bedena xwe daye ber mirinê. Ji bo ku ev ax, mirov û gel bên azadkirin ji bo me bû ronahî. Em ji bo gelê xwe hene. Em ji bo demokrasiyê hene. Em ji bo biratiyê hene."    Piştî Turk, Namzeta Hevşaredariya Mêrdînê Fîgen Altindag û Parlamenter Tuma Çelîk jî axaftinên kurt kirin. Bi dû axaftinan re buroya hilbijartinê hat vekirin.