Serlêdana malbatan û parêzeran a Îmraliyê hat redkirin 2019-02-22 14:19:21   STENBOL - Serlêdana malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan girtî ne ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzerên xwe serî li heman dozgeriyê dan.    Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.    Malbata Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an vir ve yekem car di 12'ê Çile de hevdîtin pêk anî.    SERLÊDANA PARÊZERAN JÎ HAT REDKIRIN    Li aliyê din parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Raziye Turgut û Mazlum Dînç jî bi boneya hevdîtinê bi miwekîlên xwe re bikin cara 792'emîn serî li dozgeriyê dan. Dozgeriyê serlêdana parêzeran jî red kir. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.