QSD`ê hezar sivîl ji Baxozê rizgar kirin. 2019-02-22 14:00:15   DÊRAZOR - Yekîneyên taybet ên girêdayî QSD`ê îro li derdora hezar sivîl li gundê Baxozê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin.    Li gorî agahiyên Nûçegîhanên Ajansa Hawarê (ANHA) yê qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê dişopînin, diyar kirin ku tîmên taybet ên girêdayî QSD`ê beriya çend kêliyan derdora hezar sivîl ji Baxozê rizgar kirin. Nûçegîhanê ANHA da zanîn ku komên çekdar ên DAIŞ`ê ew wek mertalên zindî bikar dianîn. Nûçegîhanan diyar kirin ku sivîlên ku hatîn rizgarkirin bi rêya erebeyan ew veguhestin cihên bi ewle.