Merve Demîrel: Fikarên min derbarê ewlekariya jiyana min û malbata min de, hene 2019-02-22 12:10:25   ENQERE – Merve Demîrel a di dema binçavkirinê de rastî tacîza zayendî ya polîsekê hat, piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ya derbarê wê kir de, got ku têkildarî ewlekariya jiyana wê û malbata wê de de fikarên wê hene. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ya darbarê Merve Demîrel a di dema binçavkirinê de rastî tacîza polîsekê hat de, kir û polîsê tacîzkar parast, gefên li dijî kesên li hemberî tacîzê derketin berdewam dikin. Merve Demîrel darbarê gef û daxuyaniya Soylû de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Piştî daxuyaniya Soylû, derbarê ewlekariya jiyana min û malbata min de fikarên min çêbûn.”   ‘EZ EWLEKARIYA JIYANA ME DIFIKIRIM’   Demîrel, diyar kir ku piştî daxuyaniya midûriyeta polîsan, malbata min weke hedef hat nîşandan û wiha bilêv kir: “Vê yekê ez ne rehet kirim. Ev nayê qebûl kirin. Kesekê ku li vî welatî wezîrtiya karê hûndir dike gefan dixwe û cesaretekê mezin dide mirovên ku bi hestiyar tevnagerin. Ev gotin pêşiya bûyerên hin xerabtir vedikin. Ger tiştek xerab bê jiyîn, gelo dê çawan hesabê vê yekê bidin. Niha tekane derdê min malbata min û birayê mine. Tiştên ji wan re hatin gotin, dibe ku zirarê bide wan. Rayedarên ku daxuyanî dan, bûyerê berevajî dikin. Niha derbarê min û malbata min de fikarên min ên mezin hene.”   'TIŞTEK PIR XIRABE KU MIROV LI BENDA BÊDENG BÛNA JINÊ BIMÎNE’   Demîrel, darbarê nûçegihana Arti Gerçek Derya Okatan a piştî bi wê re roportaj kir û şûn de hat binçavkirin de jî axivî û ev tişt gotin: “Dema min bihîst hatiye binçavkirin, ez pir xemgîn bûm. Di serde jî, ji aliyê ekîba têkoşîna bi terorê hat binçavkirin. Li ser tacîzê me ev mijar girtibû dest û me li ser jinan axivî bû. Tu eleqeya wê bi terorê re tuneye. Bi vê yekê hemû daxuyaniyên min dan, hewl didin terorîze bikin. Li Tirkiyeyê, bûyerên tacîzê pir tên jiyîn. Li welatekê ku tê gotin ‘hemberî tacîzê teqez bêdeng nemînin. Ji dayikên xwe re bêjin. Ji bavên xwe re bêjin. Weke jin dengên xwe bilind bikin,’ de tiştekê pir xirabe ku mirov li benda bêdeng bûna jinê bimîn e.”   'EMÊ DEST JI JIYANA BIRÛMET BERNEDIN'   Demîrel, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bi gumanim, lê ezê dest ji rûmeta xwe bernedim. Weke ku nivîskarekê gotî ‘Jiyana heyî bi xwe ne pîroze, ya pîroz jiyana bi rûmet û heysiyete.’ Ji ber ku em jî dixwazin wisan bijîn, bêguman rastî bûyerên wiha yên xemgîn tên. Ji ber ku jiyan wisan pîroze, ezê jî dest ji jiyana birûmet bernedim.”